• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em bi hev re agirê Newroza dîrokî geş bikin’

Wan / AW

12 ADAR 2025 - 12:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîteya Amadekar a Newroza Wanê bernameya xwe aşkere kir û diyar kir ku di pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de pîrozbahiyên Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Komiteyê bang li hemû kesan kir û xwest bi hev re Newroza dîrokî pîroz bikin.

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê têkildarî amadekariya Newrozê daxuyanî da. Li avahiyê pankarta “Newroza azadiyê pîroz be” vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Wanê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Metna kurdî ya daxuyaniyê Hevberdevkê Komîteya Newrozê Husamettîn Kiziltaş, ya tirkî jî Hevberdevka Komîteya Newrozê Fîgen Çolakoglû xwend.

Husamettîn Kiziltaş, bi bîr xist ku Kawayê Hesinkar, Dehaqê zalim ji textê wî anî xwarê, li keleha zilmê meşaleya azadiyê vêxist û mizgînî da gelan. Husamettîn Kiziltaş, anî ziman ku bi ser vê mizgîniyê re 2 hezar û 637 sal derbas bûne û got: “Meşaleya ku hezaran sale sembola azadiyê ye, bi berxwedana gelan heta roja me hate veguhestin. Meşaleya azadiyê bi paradîgmaya rêxistinbûyînê û berxwedana civakî ya birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îro geştir dibe. Em ji kedkar û berxwedêrên vê rêyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Agirê Newrozê dê îsal ji bo aştiyê xurtir bibe’

Husamettin Kiziltaş, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Pîrozbahiyên Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de ji raya giştî re hate vegotin, li welatê me, herêmê û cîhanê bi giştî bûye bangawaziyeke bi rûmet a aştiyê. Cejna Newrozê ya îsal wê bibe qada banga aştiyê ya bi rûmet. Agirê berxwedanê yê ku bi hezaran salan bi destên Kawayan tê zindîkirin, wê îsal ji bo aştiyê xurtir bibe. Di vê serdema ku polîtîkaya bêçareserî ya pirsgirêka Kurd hilweşiyaye û em bi paradîgmayeke nû li îmkanên aştiyê ji bo hemû gelan digerin; Newroz wê weke cejna neteweya demokratîk li hemû gel, civak û baweriyan bê pîrozkirin.”

Bernameya Newroz Wanê

Husamettîn Kiziltaş behsa bernameya Newroza Wanê jî kir û diyar kir ku 19ê Adarê, roja Çarşemê saet 10.00an de li qada Newrozê ya dîrokî ya li kêleka Kelha Wanê ew ê “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê” bi beşdarbuna gel pîroz bikin. Husamettîn Kiziltaş, hurgûliyên bernameyê vegotin û wiha pê de çû: “Şiara newroza îsal “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk e”. Beşdarên me yên Newroza îsal, Hevseroka DEM’ê Tûlay Hatimogullari, Hevserokê DBP’ê Keskin Bayindir, Parlamentera Wanê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Wanê û Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek û Aktîvîsta TJAyê Fatma Albay e.”

Hunermendên ku dê derkevin ser dikê hatin eşkerekirin

Husamettîn Kiziltaş, bang li sazî û dezgehên herêmê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû endam û nûnerên saziyên sivîl, sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li herêmê dikin bila bên bi gelê xwe re beşdarê vê Newroza dîrokî bibin û bi hev re pîroz bikin. Hunermendên Newroza Wanê yên îsal Hunermend Rojda, Hunermend Arhat û Hunermend Fîkret Goyî ne. Newroza sala 2025an ku em ê bi dirûşmeya “Bi agirê Newrozê ber bi azadiya Rêbertiyê ve” pêşwazî bikin ji niha ve li hemû kesên li ber xwe didin pîroz be. Em hemû gelê xwe carekê din gazi dikin qada newroza Wanê.”

Endam û rêveberên DEM Partiyê û pêkhateyên komîteyê piştî daxuyaniyê li nav hewşa avahiya DEM Partiyê agir pêxistin û govend gerandin. Partiyiyan xwe bi ser agir de avêtin û dirûşmên “Newroz pîroz be” berz kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne