• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Aştî dîlgirtî nabe, divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Fexredîn Kiliç / AW

11 ADAR 2025 - 09:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nûnerên saziyên zimanê Kurdî têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin ku pêwîste mafê hêviyê bê bikaranîn û gotin: “Aştî di nava çar diwaran de nabe, pêwîste Abdullah Ocalan azad be.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliye di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê û cîhanê re aşkere kir. Piştî banga Abdullah Ocalan jî PKKê agirbest îlan kir. Piştî van geşedanan gelek beşên civakî ji bo banga dîrokî daxuyaniyên piştgiriyê dan çapemeniyê. Piştevanî û xwedîderketina li bangê ya sazî û dezgehên demokratîk didome.

Nûnerên saziyên zimanê kurdî ku li Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê ji bo piştevaniya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê, têkildarî bangê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Tu kes bi aştiyê winda nake’

Endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Vê bangê di qada navneteweyî de bertekên baş derxist holê. Ev sed sal in li Rojhilata Navîn şer berdewam dike, xweza tê talankirin, jin tên qetilkirin. Li aliyê din jî qeyrana aborî û siyasî gelê Tirkiyeyê aniye asta qedandinê. Ji ber vê yeke em vê bangê gelek dîrokî dibînin û piştgiriyê didin. Niha pêwîste ku di bin banê Meclisê de gav bên avêtin. Aştî ne karekî hesan e, çawa ku şer bandoreke giran li ser civakê dike, aştî jî li dijî şer bandoreke erênî dike. Tu kes bi aştiyê winda nake. Lê mixabin ji ber qodên dewletê hişmendî, feraseta yekperest û êrişên nijadperestî berdewam dikin.”

‘Em piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan’

Cahît Akil bal kişand ser binçavkirina mamosteyên kurdî ya ji ber hinceta pirtûka Hînkerê û wiha domand: “Êşek gelek mezin e ku mamosteyên karên zimanê xwe dikin bên binçavkirin. Pêwîste dewlet ji van kiryarên xwe bi paş ve gavan biavêje. Şer neçareserî ye, çareserî bûya ev sed sal in berdewam nedikir û dê dewlet encamek bigirta. Divê dewlet polîtîkayên xwe, hişmendî û feraseta xwe veguherîne hişmendiyeke demokratîk, civakparest û zimanparêz.”

‘Ji bo bicihanîna vê bangê em ê têkoşîna xwe bilind bikin’

Cahît Akil axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Banga birêz Abdullah Ocalan berpirsiyariyek danî li ser milê herkesê. Ne tene sazî, dezgeh û partî divê di heman demê de kesayetên rewşenbîr, demokratîk û civakî jî berpirsyartiyê bigirin ser xwe. Ji ber vê yekê qada ziman bi salan e têkoşîna ziman dimeşînin. Ji bo zext, qedexe û bişaftin ji holê rabe têkoşîna me didome. Ji bo bicîhanîna vê bangê û aştî pêk werê em e weke qada ziman têkoşîna xwe di her astê de bilind bikin. Ji bo hişmendiya demokratîk li her qadê belav bibe, em ê piştgiriyê bidin banga birêz Abdullah Ocalan.”

‘Êdî pêwîst e dewlet gav biavêje’

Hevseroka Kooperatîfa Ankayê Dîlan Şeveşoglû destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha got: “Ji ber ku ev bang ne tenê dê bandorê li Kurdistan û Tirkiyeyê bike dê li tevahiyê Rojhilata Navîn bike. Kurd pêşengtiya vê pêvajoyê dikin lê berjewemendiya vê ne tenê ji bo kurdan e ji bo gelê Tirk û Rojhilata Navin e. Ji bo ev pêngav bigihe armanca xwe pêwîste hemû gelên bindest dest bidin vî barî. Birêz Abdullah Ocalan pêvajo anî vê astê bi banga wî PKKê agirbest îlan kir lê êdî pêwîst e dewlet gav biavêje. Mamoste û dezgehên ziman xwe di nava pradîgmaya birêz Abdullah Ocalan de dibînin ji bo vê jî divê em destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin, ji bo azadiya wî ya fizîkî di nav xebatan de bin. Ji bo banga birêz Abdullah Ocalan rast bê femkirin em ê di nava gel de bin, rastiya vê pêvajoyê em ê diyar bikin.”

‘Daxwaza birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd rawestandina şer e’

Dîlan Şeveşoglû diyar kir ku firsendeke giring di pêşiya dewleta Tirk de ye, ev bang sekna dewletê jî derdixe holê û got: “Êrişên li ser gel û binçavkirina mamosteyên Hînkerê durûtiya dewletê derdixe hole. Dewlet bi van binçavkirinan dikeve nava nakokiyê. Dewlet dixwaze mamosteyan bitirsîne lê tu mamoste natirsin. Ev banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye, ev bang dê derxe holê ku ka dewlet başiya gelê xwe dixwaze an naxwaze. Gelê kurd bi daxwaza xwe, sekna xwe zelal e, li pişt rêberê xwe ye. Niha pêwîst e dewlet êrişên xwe yên li ser Rojava û binçavkirinên li bakurê Kurdistanê rawestîne. Aştî di nava girtigehê de nayê, pêwîste rewşa birêz Abdullah Ocalan bê sererast kirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk werê. Welatê me êdî ji xwînê têr bû, gelê kurd û tirk ji şer westiyan. Daxwaza birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd rawestandina şer e.”

‘Gavên sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e’

Endama MED-DERê Bêrîvan Dûman jî diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan xeta sor e û wiha got: “Em jî weke saziyên ziman piştgirî didin vê pêvajoyê. Ji vir şunde dê xebatên me zêdetir bin. Em jiyanek hevpar dixwazin, pêwîste ku ji vî alî ve gav bên avêtin. Gavên sereke azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina daxwazên kurdan a bi fermî ye. Heke muxatabê dewletê birêz Abdullah Ocalan be pêwîste ku birêz Abdullah Ocalan azad be û fikr û ramanên xwe li qadeke azad bîne ziman. Birêz Abdullah Ocalan daxwaza xwe bi zelalî anî ziman di nava gel de jî piştgiriyeke xurt heye ji van daxwazan re. Heta ku daxwazên birêz Abdullah Ocalan neyên bi cih em ji sekna xwe gavekê bi paş ve naavêjin.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne