• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinan li Xelfetiyê 8ê Adarê pîroz kir

Navenda Nûçeyan /AW

5 ADAR 2025 - 15:09
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Em li dijî qirkirinên jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist.

Çalakiyên 8ê Adarê berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Em li dijî qirkirinên jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist. Jinan mitîng, li Parka 4ê Nîsanê pêk anî. Bi sedan jinên li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev, ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Jinan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn û di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Siyasetmedar Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tev li bûn.

Jinan, di mitîngê de stranên Kurdî gotin, li ber govend gerandin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di mitîngê de ewil Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû derketin ser dikê û jin silav kirin. Dîlan Kunt Ayan di mitîngê de got ku deriyên Îmraliyê li ber vebûnê ne û got: “Êdî têkoşîna bi sala ye tê meşandin encamê digire. Têkoşîna jinên Kurd li tevahiya cîhanê belav bû. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ di şexsê Jîna Emînî de li hemû cîhanê belav bû. Em ê paradîgmaya xwe ya azadiya jinê li hemû cîhanê belav bikin. Li dijî pergala her roj jinan qetil dike em ê her roj li qadan bin.”

Em ê li pêşiya xwe binerin

Aktîvîsta TJA’yê da zanîn ku di encama bedelên giran de li qadan e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan banga dîrokî ya ku her kes li bendê bû, kir. Got; ‘Hûn tevek ji bo aştî û civakeke demokratîk têbikoşin.’ Em ê bi hev re têbikoşin û xwedî li banga birêz Ocalan derkevin. Dê deriyên hemû girtîgehan bên vekirin. Dayikên bi hesreta zarokên xwe dijîn dê bigihijin zarokên xwe. Li qadan dayikên êşê dikişînin hene. Ez destê tevan maç dikim. Ev dayik dê dîsa li gel me li qadan bin. Êş û bîranînên wan dê di bîra me de bijîn. Lê ji bo avakirina jiyana nû em ê li pêşiya xwe binêrin.”

Civaka demokratîk herî zêde ji bo jinan pêwist e

Gultan Kişanak, bi domdarî got ku “civaka demokratîk misogeriya aştiya civakî ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo avakirina civaka demokratîk berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Em ê rêyeke pêkvejiyanê bi hev re bibînin. Civakeke demokratîk herî zêde ji bo me jinan pêwîst e. Dê wekheviya em di malên xwe de çêdikin bibe destpêka civaka demokratîk. Ji bo avakirina pêşeroja xwe dê jin bi xwe li her qadê biryara xwe bidin. Em ê civakeke nû ava bikin. Heke weke civak em demokrasiyê di nav xwe de ava bikin dê kesek nekare qeyûman lê tayîn bike.”

‘Em ê bi ser bikevin

Gultan Kişanak, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Civaka demokratîk tê wateya qebûlkirina îradeya her kesî. Em ê bersiveke wisa bidin qeyûm ku dê êdî kesek nekare qeyûman li îradeya me tayîn bike. Em bi rêz û hurmet îradeya gelê Xelfetiyê silav dikin. Em ê hîn mezintir bi ser kevin. An serkeftin an serkeftin.”

Mitîng, bi axaftina Sebahat Tuncel a TJA’yî domiya.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne