• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xerîb Hiso: Banga çekberdanê ne ji bo Rojava ye

Mahmût Altintaş / AW

5 ADAR 2025 - 09:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Hevserokê Giştî yê PYDê Xerîb Hiso tekildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku pêvajoya hatiye destpêkirin wê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got: “Êrişên Tirkiyeyê li ser Rojava didomin. Di nav şer de em ê çawa dest ji parastina xwe berdin. Parastina me didome.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bangeke dîrokî kir û banga Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê li qadan zindî hat guhdar kirin. Her wiha li hemû cihanê jî ji nêz vê hat şopandin. Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de banga çekberdanê kir û ji bo çek bên berdan jî got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

Nîqaşên li ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan berdewam dikin. Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Aştî wê bi pêşengiya Rêber Apo li pêş bikeve’

Xerîb Hiso anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gelên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de jî coşeke mezin avakiriyê û wiha got: “Banga Rêber Apo li hemû cihanê dengeke mezin vêda. Hemû dewletên cihanê ew bangavazî guhdar kirin. Pêşwazî kirina hemû dewletên navneteweyî hezê dide me. Heviyên pir mezin derket pêş. Civak bi giştî hevî ji vê bangê girt û coşeke mezin di nava civakê de çêkir. Ji ber ku hemû siyaset xitimiyê. Her der di nava şer û pêvçûnê de ye li tevahî cihanê aloziyek heye. Rêbazên aştiyê ji bo van aloziyan heye. Pêyama Rêber Apo ya dîrokî jî ji bo hemû neteweyan heviyek da. Cewher û naveroka wê peyamê pirr kor e. Ji bo wê pêwîstê piştgiriyeke xurt ji bo peyamê bê dayîn. Divê ev pêvajoya aştiyê were parastin. Welatên ereban û rojavayî ev bangawazî pêşwazî kirin. Ji ber wê jî hemû kes li bendeyê ku aştiyek di Rojhilata Navîn de pêş bikeve. Ew aştî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya Rêber Apo wê li pêş bikeve.”

‘Wê bandor li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bike’

Di berdewama axaftina xwe de Xerîb Hiso anî ziman ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan wê bandor li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bike û ev tişt gotin: “Heke li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê destpêbike helbet bandora wê ya li ser Iraq, Suriye û Îranê jî bike û bandor li ser me jî bike. Tevahî Rojhilata Navîn wê bandor bike. Bi dehan sal in şer û nakokî hene. Şerekî mezin heye. Şer zerarê dide hemû netewan. Sedema şer jî aloziyên heyî ne. Edî bes e ew şer û eş. Em jî vê banga dîrokî ya aştiyê bikin bingeha aştiyeke mayindê. Hemû kes jî li benda daxuyaniya Rêber Apo bû. Pêvajoyeke mezin e û hesap kirina pirsgirêkên sedan salan e. Ne demkî ye. Ji bo wê jî em piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Divê hemû kes jî ceseret bike û piştgiriyê bide pêvajoyê. Ew pêvajo ji bo Tirkiyeyê jî ji bo gelê Kurd jî baş e. Heke deverekî başî ava bibe wê bandor li hemû deveran bike. Aştiyek li Tirkiyeyê pêş bikevê wê li vir jî pêş bikeve.”

‘Rewşa Suriyeyê cuda ye’

Xerîb Hiso diyar kir ku rewşa Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji hev cûda ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê cuda ye. Li Suriyeyê hê şer û pêvçûn heye. Ji ber wê em nikarin bêjin pêvajoya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destpêkiriyê wê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bimeşe. Ew ne rast e. Li hev cûda ne. Lê helbet aştiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandor li vir dike. Lê rewşa Suriyeyê cûda ye. Pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê esas e. Muxatab ew der e. Axaftinên cuda cuda ne rast in. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê derbasdar e. Dema em dibêjin wê bandor li vir bike ew tê wateya helwesta Tirkiyeyê ya li Suriyeyê bandor bike. Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê weke berê berdewam bike an guherîn wê çêbibin? Bi dehan komên çetê yên giredayî Tirkiyeyê hene. Yanî rewşa Suriyeyê rewşeke cuda ye û ber bi ku ve diçe jî ne diyar e. Lê helwesta Tirkiyeyê biguherê û alikariya li hevhatinê bike û mudaxile neke wê demê rewş wê biguhere.”

‘Êriş berdewam in em ê jî parastina xwe bikin’

Xerîb Hiso têkildarî banga çekberdanê jî aixvî û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin û ew ê jî parastina xwe bikin. Xerîb Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ya girîng Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ye. Li wir çiqas pêşketin wê çêbibin û zemîna hiqûqî û siyasî wê ava bibe. Çavê hemû kesî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Ne li Suriyeyê an jî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Heke zemîn dereng were avakirin ew jî metirsiyan çêdike. Şerê Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ranewestiyaye. Şer û êriş dewam dikin. Çeteyên giredayî Tirkiyeyê hê jî êriş dikin. Em ê çawa dest ji parastina xwe berdin. Mafekî rewa ye ku em parastina xwe bikin. Em êrişî tu kesekî nakin, parastina xwe dikin. Armanca aştiyê dawî anîna şer e. Bi şer û pêvçûnê tu pêşketin çênabe. Rewşa me cuda ye. Hemû kes li gorî xwe tiştan şîrove dike lê ne rast e. Em mecbûrin parastina xwe bikin. Em ê bi çi parastina xwe bikin. Welatiyên me yên sivîl diçin parastina Bendava Tişrînê lê belê bombe li wan tên barandin. Ji ber wê jî divê meriv li gor demê û hesasiyetê nezîk bibe.”

 

Etîket: Abdullah OcalanBakur û Rojhilatê SûriyêBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkPYDRojavaTirkiyeXerîb Hiso
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne