• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Songul Guler: 8ê Adarê bikin roja şoreşa jinê

Mahmût Altintaş / AW

5 ADAR 2025 - 08:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Şirnex – Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Songul Guler tekildarî 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê anî ziman ku wan li dijî pergala netew dewletê ku jinan tune dihesibînê li Wargeha Mexmûrê pergala Netewa Demokratîk ku azadiya jinê esas digire ava kiriye.

Ji avabûna Komara Tirkiyeyê vê gelê Kurd tune hat hesibandin. Rastî polîtikayên qîrkirin û pişaftinê hatin. Di encama polîtikayên qîrkirinê ya dewletê de li Bakurê Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin û bi hezaran Kurd cih û warê xwe koçber bûn. Bi taybet di salên 1990an de bi hezaran Kurd di encama komkujiyan de hatin qetilkirin û bi hezaran jî koçber bûn. Li bajarên Şirnex û Colamêrgê jî Kurdên ku ji cih û warê xwe dûr ketin sînorên serdestan ku li ser Kurdistanê çêkiribûn derbas bûn û li bakur berê xwe dan Başurê Kurdistanê.

Li Başurê Kurdistanê jî kurdên ku rastî gelek zor û zahmetiyan hatin li Herêma Federê ya Kurdistanê çolek ji xwe re peyda kirin û li wir dest bi jiyaneke nû kirin. Kurdên neçarî koçberiyê bûnê li Wargeha Mexmûrê ku çol bû bi paradigmaya, “Demokratîk, Ekolojik û azadiya jinê” esas digrê veguherandin şinahiyekê. Tevî êriş û dijwariya şert û mercên çolê jî welatiyên jiyaneke nû afirandin. Li Wargeha Mexmûrê ji bo rûniştandina paradigmaya Netewa Demokratîk gelek komîte û sazî hatin ava kirin. Li ser bingeha azadiya jinê gelek saziyên jinan hatin avakirin. Yek jî ji van saziyan Koordinasyona Meclîsa Îştarê ku ji bo jinên wargehê kar û xebatan dide meşandin. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr Songul Guler bi minesebeta 8ê Adarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Pergala heyî jinan tune dihesibîne’

Songul Guler bi lêv kir ku pergala netewa dewlet jinan tune dihesibîne û ev tişt got: “Dema em dibêjin jin em gerdûnê pênase dikin. Lê mixabin pergala heyî bi hezaran salan e jinan ji gerdûna wê tune dihesibîne bi rojeke re sînordar kirinê ku jin wê rojê dengê xwe derxînin. Em weke jinên Kurd bi têkoşîn û destkêftiyên xwe her rojê bikin 8ê Adarê. Pergala ku heyî li dijî jinan bêsînor qîrkirineke didin meşandin. Bi hezaran salan e ji aliyê siyasî û lêşkerî qîrkirineke berfireh li ser jinan tên meşandin. Bi taybet van rojên dawî şerê ku di nav dewletan de tê meşandin herî zêde bandor li ser jinan dike. Jin di pergala heyî de weke amurek tên bikaranîn.”

Jiyana nû: Azadiya jinê

Di berdewama axaftina xwe de Songul Guler destnîşan kir ku ew jî weke jinên Kurd ên Wargeha Mexmûr têkoşîna azadiya jinê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê yekê jinên Kurd, Sosyalîst, femînîst, demokrat hertim di têkoşînê de ne. Em jî bi paradigmaya Netewa Demokratîk ku azadiya jinê esas digrê me jiyaneke nû da ye ava kirin û têkoşîna azadiya jinê didin meşandin. Di vê têkoşînê de berdelin giran jî hatinê dayin. Lê jinan li dijî vê yekê paşta gav neavetinê û hê jî têkoşîna xwe didomînin. Taybet di şaxse jinên Kurd de ew têkoşîn berdewam dike. Divê her roj em dengê xwe li her derê derbixînin. A ku me hatiyê dizîn bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Li dijî pergala netew dewlet ku gelan qîr dike, jin û zarokan qîr dike em dengê xwe bilind bikin û rêxistina xwe xurtir bikin. Em têkoşîna xwe xurtir bikin ku vê pergala ku mirovahiyeyê qîr dike bitêkoşin.”

Wateya 8ê Adarê

Songul Guler tekildarî 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê jî wiha axivî: “8ê Adarê bi hesanî nebû ye aîdî jinan. Ew jî bi têkoşîneke hatiyê bi destxistin. Îro cihe ku demokrasiyê belavî hemû cihanê dike weke Amerîka tê hesibandin. Jinên kêdkar di fabrîqayan de têkoşînek dan meşandin û di wan fabrîqayan de jin bi zindî hatin şewitandin. Bi têkoşîna jinên Sosyalîst û demokrat 8ê Adarê bi awayekî fermî hat qebûl kirin. Ji bo me jinên Kurd jî ew roj ji bo me girînge. Em weke jinên Kurd jî bi salan e di qîrkirinêke de derbas dibin, welatê me hatiyê dagirkirin, zimanê me tune hatiyê hesibandin. Bi pêşengiya jinê li dijî vê yekê têkoşîn tê dayin. Em weke jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî jî em ê di vê rojê de mafên xwe yên siyasî bînin ziman. Li dijî şerê li ser gelan tê meşandin jî em ê daxwazên xwe bînin ziman.”

‘Vê rojê bikin roja şoreşa jinê’

Di dawiya axaftina xwe de Songul Guler diyar kir ku ew ê jî li wargeha Mexmûrê bi meş û çalakiyên cûr bi cûr di 8ê Adarê de li qadan bin û ev tişt anîn ziman: “Weke jinên Wargehê me komîteyek amadekiriyê. Komîteya me wê hê çalakiyan li darbixîne. Meş wê be li darxistin. Ji aliyê saziyên xweser vê jî şano wê bê temaşekirin. Bi wî awayî em ê vê rojê pîroz bikin. Weke jinên wargehê em ê rewşa heyî û şerê li ser me tê meşandin daxwazên xwe bînin ziman. Her çiqas pergala heyî em ji welatê me dûrxistinê û kirinê penaber û rastî zilm û zorê hatinê jî em ê têkoşîna xwe hê xurtir bikin. Bi rêxistin bûyina xwe têkoşîna xwe bidin meşandin. Daxwaza me jî ew ê ku hemû jinên cihanê vê rojê destê xwe bidin hev û xwe bi rêxistin bikin. Em li ku dibin bila bibin em bibin yek û li dijî vê qîrkirinê bitêkoşin. Ji bo wê jî em dibêjin pêvîstê hemû jin bikin hedef ku vê rojê bikin roja şoreşa jinê û derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne