• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin li Bakur û Rojhilat li qadan bûn

Navenda Nûçeyan /AW

4 ADAR 2025 - 17:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinan di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de, bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya demokratîk ve” dar çandin û parkek vekirin. Dîsa semîner dan û sazî û bendên kontrolê ziyaretkirin.

Çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya demokratîk ve” dewam dikin.

Dêrazor

Bi boneya 8ê Adarê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê semîner da. Semîner li bajarokê Kisra yê rojavayê Dêrazorê bi amadebûna bi dehan endamên kombûnê û Meclisa Herêma Rojava ya Bajarokê Kisrayê hate dayîn. Di semînerê de dîroka boneya 8’ê Adarê, ragihandina wê wekî Roja Jinan a Cîhanê hatin şîrovekirin. Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Cezratê Xedîce El Mihemed têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya baviksalar û girîngiya rizgarkirina jinan vegot. Xedîce şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: “Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azad têkoşîna li hemberî zayendperstî, kedxwarî û despotiyê mezin bikin.”

Eyn Îsa

Bi heman boneyê endamên sazî û meclisên bajarê Eyn Îsayê, bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundinrîn-Jin ziyaret kirin. Endama malavaniya hêzên ewlekariyê kirin û gul diyarî wan kirin.

Girkê Legê

Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek li navenda Sendîqeya Kedkaran a bajarokê Rimêlanê da.Piştî rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Bajarê Girkê Legê Nesrîn Tahir semîner da. Nesrîn di destpêkê de 8’ê Adarê li Abdullah Ocalan pîroz kir û dîroka boneya 8’ê Adarê şîrove kir. Nesrîn îşaret bi şoreşa jinan kir û got: “Ev şoreş ji bo avakirina civakeke exlaq, polîtîk û demokratîk e. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bingeha hebûna jinan e.” Di dawiya semînerê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

Çilaxa

Bi heman armancê, Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê semînerek da. Semîner bi amadebûna bi dehan jinan li hola PYD’ê hate dayîn. Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Kongra Star Sara Ehmed 8’ê Adarê li YPJ û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û dîroka vê rojê şîrove kir. Sara Ehmed her wiha got: “Divê em mîrase û fedakariyên pêşengên şoreşa jinan biparêzin. Divê em xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe geş bikin da ku dengê xwe bighînin tevahî jinên ku hîna zilm li ser wan tê kirin. Erka me ye feslefeya Jin, Jiyan, Azadî bighînin tevahiya jinan da ku armanca xwe ya avakirina civakeke azad, demokratîk a bê kole pêk bînin.”

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Saziya Perwerdeyê Nizha Seyfedîn jî got: “8’ê Adarê çirûska yekemîn a têkoşîna jinan a li hemberî pergalên zilmkar û zihniyeta desthilatdar e. Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ev çirûsk geş bû û ji bo jinan bû felsefeyek.”

Di dawiya semînerê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

Kobanê

Bi dehan jinên Kantona Firatê, endam û rêveberên Desteya Jîngehê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê 100 darên bero li gundê Minazê yê girêdayî bajarê Kobanê çandin. Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmaz Romî axivî û got: “Her sal bi wesîleya 8’ê Adarê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Çalakiyên îsal jî bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve’ tên lidarxistin. Îro jî me di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li gundê Minazê bi qasî sed dar çandin.”

Elmaz Romî anî ziman ku bi çandina daran ew 8’ê Adarê geş dikin û wiha berdewam kir: “Roja 8’ê Adarê bi vî rengî dest pê kir. Gelek çalakiyên cuda hatin kirin. Ji bo ku em welatê xwe şîn bikin û bêtir xweşik bikin, wê ev çandina daran heya roja 4’ê Nîsanê berdewam bike. Divê tevahî jin beşdarî çandina daran bibin. Ez roja 8’ê Adarê şervanên YPJ’ê û hemû jinan pîroz dikin.”

Reqa

Desteya Pewerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê bi wesîleya 8’ê Adarê parkek bi navê Kerem El Hemd vekir. Di merasîmê vekirina parkê de bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Sena El Yûsif axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. Sena, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed a ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bibû bi bîr anî û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî silav kir. Di parka ku firehiya wê 11 donim e, dar hatine çandin û lîstokên zarokan hatine danîn.

Tirbespiyê

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi boneya 8’ê Adarê serdana Mala Êzidiyan a li bajarê Tirbespiyê kir. Di serdanê de rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo axivî û got: “8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be. Ev roj berxwedan û sekna jinan a li hemberî zilmê nîşan dide.”

Hediya Şemo bal kişand ser berxwedana YPJ’ê jî û wiha anî ziman “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê YPJ ’ê ji bo tevahiya jinên têkoşer bûye mînak.”

Li aliyekî din jî endamênn Kongra Star, serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) û radyoya Star Fm kirin û bi boneya 8’ê Adarê gul diyarî wan kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne