• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Dewlet û dethilat muxatabên banga Ocalan in

Enqere / AW

3 ADAR 2025 - 17:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dewlet û desthilat yek ji muxatabên sereke yên banga Abdullah Ocalan in û got: “Divê bi çarçoveyên qanûnî bersiva vê firsendê were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî rojevên di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de û nexşerêya tê nîqaşkirin daxuyanî da.

Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya desteyên partiyê civiyane û civîn hê jî didomin. Ayşegul Dogan anî ziman ku dê civînên wan bidomin.

‘Em amade ne ku înîsiyatîfê li xwe bigirin’

Ayşegul Dogan anî ziman ku banga Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng vedaye û ew piştgiriyê didin bangê.

Axaftina Ayşegul Dogan bi vî rengî ye:

“Dixwazim vê yekê li ser navê MYKa me bi we re parve bikim. Weke partî, ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bikeve meriyetê, em ji bo her tiştên pêwîst amade ne û em ê di vê mijarê de ji înîsiyatîfê xwe nedin paş. Ji bo ev bang bikeve meriyetê û pêvajoya ji niha şûnde bileztir bikeve meriyetê, em amade ne ku înîsiyatîfê li xwe bigirin.

Ne tenê li Tirkiyeyê, ji gelek deverên cîhanê têkildarî banga birêz Ocalan daxuyanî hatin dayin. Heke Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan li hemû cîhanê deng vedabe, ev yek nîşan dide ku pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê bi Tirkiyeyeyê bisînor e.

Dê fikar çawa ji holê rabin?

Banga em qala wê dikin, vekirina rêya siyaseta demokratîk û berfirehkirina wê ye. Ev bang çima hemû cîhanê eleqeder dike? Ji ber ku şerê li herêma me, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştiyê biencam nebûne lewma. Lewma bangekî girîng û biqîmet e. Di bangê de ji bo aştiyê bang hatiye kirin. Divê ji bo aştiyê bilezûbez gav bên avêtin ku rîskên heyî ji holê rabin.

Bang ji bo kê ye?

Lewma ev bang ji bo me tevan e. Ne tenê kesên li vî welatî dijîn, her wiha kesên li derveyî welat lê bi hêviya demokratîkbûn û aştiyê bedel dayin jî ye. Muxatabê vê bangê ji bo her kesên aştîxwaz û demokratîkhez e. Bêguman îktîdar û dewlet e. Birêz Ocalan pir bi zelalî vegotiye. Divê ev firsend ji dest neyê dayin. Ji bo vê firsenda girîng, peyamên pitevaniyê yên girîng hatin dayin.

Ji bo aştiya Tirkiyeyê firsendekî girîng e

Êdî tam dema cîbicîkirina pêdiviyên van gotina ye. Yek ji tiştên dihat mereqkirin jî helwesta Qendîlê bû. Têkildarî vê mijarê gelek nûçeyên spekulatîf hatin weşandin. Lê PKK’ê daxuyaniyeke dîrokî da. PKK’ê agirbest ragihand. Weke DEM Partiyê em ji vê daxuyaniyê gelek keyfxweş bûn. Vê daxuyaniyê, hêz da firsenda heyî. Tirkiyeya ku em dixwazin bibînin ew e ku şer bi temamî ji holê rabe û aştiyeke mayinde bikeve meriyetê. Lewma ev firsendeke girîng e.

Bang li dewlet û desthilatê kir

Divê ev daxuyanî jî weke gaveke girîng were dîtin. Divê dewlet û îktîdar ji bo avabûna şert û mercên pêwîst tiştên hewce bike. Weke DEM Partiyê em bang dikin. Girîng e ku bi demê re neyê vehêlandin. Lewma ya ku divê were kirin ev e, divê her tişt ji bo ev Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikeve meriyetê were kirin.

Meclis dikare gelek tiştan bike

Gelo Meclis dikare di vê rewşê de çi bike? Meclis dikare gelek tiştan bike. Hem hevserokên me yên giştî hem jî wekîl û hwd. gelek caran tiştên ku Meclis dikare bike vegotin. Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina li Îmraliyê, cara ewil li Meclisê hevdîtin kir. Gelek kesan Meclis weke navnîşan nîşan dan. Zemîneke girîng e. Divê em çi bikin? Ji bo hiqûq, maf, azadî, demokrasî û pergala edaletê ji bo her kesî bin. Anku divê rêgezên hiqûqa demokratîk bikevin meriyetê. Meclis zemîna cîbicîkirina vê ye.

Divê bi çarçoveyên qanûnî bersiv were dayîn

Birîneke xedar heye û divê were dermankirin. Lewma divê bi lez û bez û bi çarçoveyên şênber ên qanûnî bersiv were dayîn ku fikarên heyî ji holê rabin. Tişta ku dê rîskan ji holê rake jî ev e. Divê ev îradeye were nîşandan û di vê mijarê de di qanûn bên sererastkirin.

Rewş guherî

Bi sala ye em dibêjin ku navnîşana çareserî û aştiyê birêz Ocalan e û muxatabê esasî ew e. Me got ku deriyên Girava Îmraliyê vekin û îxtîmala tiştên dikarin biguherin em bi hev re bibînin. Hêj ev derî baş nehatine vekirin û fikrên birêz Ocalan negihiştine gel lê dîsa jî rewşa Tirkiyeyê diguhere. Em bi hev re li ser îxtîmala aştî û çareseriya demokratîk dikin. Em qala îxtîmala bi temamî xelasbûna şer dikin. Mafê aştî û demokrasiyê yê me tevan e. Lewma divê her kes li dijî vê bangê xwe berpirsyar bibîne.

Em kêfa dilreşen neyînin

Nîqaşên têkildarî pêvajoyê ku hin kes dibêjin li pişt deriyan bazarî hene, armanc ew e ku rejîma heyî mayinde bikin, dixwazin me bixapînin û hwd. Nîqaşên bi vî rengî tenê dikare bibin ku kêfa dilreşan pêk were. Em rê nedin dilreşan. Van rêbazan heta niha bi gel nedan qezenckirin û bi Tirkiyeyê da windakirin. Lewma em dibêjin ku werin em bi hev re qezenc bikin.

Li 101 navendan dê civînên gel bên lidarxistin

Berdevka Meclisa Jinan jî îro diyar kir ku weke jin dê bi awayekî xurt xwedî li vê bangê derkevin. Newroz tê û em bi vê coş û hêviyê xwe ji bo Newrozê amade dikin. Weke DEM Partiyê em ê di rojên pêş de dîsa dakevin qadan. Dê bi rojeva Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re bicivin. Dê li 101 navendan bi gel re bicivin. Em ê aştiyê vebêjin. Em ketin serdemeke wisa ku dê bi hev re ava bikin. Em ji xwe û ji tecrûbeya xwe bawerin. Nexşerêya me her tim hebû. Jixwe bernameya me li ser vê hatiye avakirin.

Hevdîtina Demîrtaş, Turk û Bahçelî piştrast kir

Me her tim piştgirî daye diyaloga di navbera partiyan de. Em hevdîtina Devlet Bahçelî ya bi Demîrtaş û Ahmet Turk re piştrast dikin.”

Etîket: Abdullah OcalanAyşegul DoganBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDEM Partî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne