• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora binpêkirinên mafan a girtîgehên Kirşehîrê hat eşkerekirin

Enqere / AW

3 ADAR 2025 - 16:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn rapora xwe ya têkilarî binpêkirinên mafan a Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê eşkere kir û banga bidawîkirina muameleya dijmirovî ku diqewime kir.

Koordînasyona Şopandina Binpêkirina Mafên Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn rapora binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê eşkere kir. Rapor bi civînek çapemeniyê hat eşkerekirin. Civîn li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Endam û rêveberên ÎHD’a Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê, Federasyona Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) a Enqereyê û KomîsyonaMafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê tev li civînê bûn.

Endama ÇHDê parêzer Nergiz Gornaz diyar kir ku ji bo ew binpêkirinên mafan ên girtiyan tespît bikin serdana her du girtîgehan kirin e û di hevdîtinê de bi girtî û rêveberên girtîgehan re axivî ne. Nergiz Gornaz bi bîr xist van saziyên navborî serdana girtîgehan kirin e û di encama hevdîtinê de vê raporê amade kirin e.

Binpêkirinên mafan

Nergiz Gornaz binpêkirinên mafan ên qewimîne wiha rêz kir:

“* Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di 13ê Çileya 2025an de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dest pê kiriye û 7 rojan bi her roj bi girtiyekî dewam kiriye. Li girîgehê av gemarî diherike û ev nayê bikaranîn. Her tim bi awayek kêfî li dijî girtiyan lêpirsinên kêfî hatine destpêkirin.

* Hevdîtinên girtiyan û malbatan hatine astengkirin. Eşyayên ku malbatan ji girtiyan re anîne, nedane girtiyan. Her wiha mafên hewadariyê yên girtiyan hatine astengkirin û ji vî mafê xwe sûdê wernegirtin e.

Mahpusların aile görüş sürelerinin görüşmeye gelen kişi sayısına bölündüğü, bu durumun görüş hakkını engellediği ve aileler tarafından mahpuslara getirilen eşyaların idare tarafından keyfi bir şekilde verilmediği ve adli ve diğer dosyalardan ceza almış mahpusların havalandırma hakkından 2 saat yararlanırken, siyasi mahpusların 45 dakika ya da 1 saat yararlandırıldığı, * Li girtîgehê bûyerên întîharê rû dane. Bijîşkê girtîgehê li dijî girtiyan cihêkar û tevgerên bîrdozî tevgeriyaye. Berdana girtiyên ku cezayên xwe qedandin e, bi hincetên razber û kêfî hatine astengkirin. Girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Silavdayina girtiyan hatine astengkirin û mafên perwerdehiyê yên girtiyan jî hatine astengkirin.

* Pirtûkên Kurdî nedane girtiyan. Heft-heyşt meh di bin lêpirsînê de hatine rawestandin. Pirtûkên ku ji hêla Weşanxaneya Aramê ve çi Kurdî çi Tirkî bi hincetên ‘bîrdoziyê xurt dike’ nedane girtiyan. Girtiyan sirgûnî girtîgehên ji malbatên wan dûr hatine kirin. Daxwaza malbata a sewqê jî nehatiye qebûlkirin.”

Banga bidawîkirina binpêkirinên mafan

Nergîz Gornaz anî ziman ku tevî ku mafên girtiyan di peymanên neteweyî û navneteweyî de hatine mîsogerkirin jî lê ev maf nehatine sepandin û got: “Li her du girtîgehan jî li dijî rûmeta mirovî muameleya hatine kirin. Girtî nikarin xwe bigihînin ava paqij û zexîreyên baş. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Mafên girtiyan ên tenduristiyê, ragihandin û agahî wergirtinê hatine astengkirin. Girtî bi cihêkariyê re rû bi rû man e û her wiha bi gelek binpêkirinên mafan ên cuda re rû bi rû man e. Em daxwaz dikin ku hemû binpêkirinên mafan ên girtiyan tavilê bên bidawîkirin. Em dixwazin ku girtî li gorî şert û mercên mirovî dikaribin bijîn.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne