• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan

Navenda Nûçeyan / AW

1 ADAR 2025 - 15:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî lidar xistin û hesabê qurbaniyên bi zorê hatine windakirin, pirsîn û her wiha piştgirî dan banga Rêber PKKê Abdullah Ocalan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin faîl bên darizandin. Xizmên Windayan aqûbeta qurbaniyên ku di salên 1990î de di binçavan de hatine windakirin û kuştin, pirsîn û xwestin ku faîl bên girtin û cezakirin.

Amed

ÎHD û xizmên windayan di hefteya 838an a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu hatin ba hev. Gelek nûnerên rêxistina civakî ya sivîl û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî.

Yilmaz bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê gav were avêtin û ew ê jî piştgirî bidin vê pêngavê.

Di çalakiyê de hate xwestin ku faîlên Cuneyt Aydinlar bên cezakirin.

Êlih

Şaxa ÎHDê ya Êlihê û xizmên windayan, di hefteya 674an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan li Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Wêneyên qurbaniyên di bin çavan de hatine windakirin, hatin hilgirtin û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê.

Ji rêveberên Şaxa ÎHDê ya Êlihê Huseyîn Elçî li vir axivî û qala çîroka Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan kir ku 1ê Adara 2001an hatin binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehatin wergirtin. Elçî ragihand ku heta faîl tên dîtin û darizandin, ew ê têbikoşin.

Colemêrg

Şaxa ÎHDyê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 164’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hate pirsîn.

Li vir Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz qala çîroka Mehmet Yaşar kir û got, Mehmet Yaşar hîna 32 salî bû, li pêş çavê mirovan hate binçavkirin û piştre hate windakirin.

Îzmîr

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê li ber Konak Eskî Sumerbang çalakî lidar xist. Di çalakiyê de pankartên “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, winda li kuderê ne” hatin vekirin. Ji xeynî Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çûbûk, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Ridvan Karakoç hate pirsîn ku di 15ê Sibata 1995an de dema hê 34 salî bû hate windakirin û êdî agahî jê nehat wergirtin.

Ji rêveberên Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Caner Canli li vir axivî û diyar kir ku derbarê Karakoç di sala 1994an de biryara girtinê hate dayîn. Canli got ku di 15ê Sibata 1995an de herî dawî agahî ji Ridvan Karakoç hate girtin, lê piştre êdî agahî jê nehat girtin û serlêdan bêbersiv dimînin.

Etîket: ÎHDXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne