• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salîh Muslîm: Heke Tirkiye ji dil be divê êrişan rawestîne

Mahmût Altintaş / AW

1 ADAR 2025 - 09:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Hevserokê berê yê PYDê Salîh Muslîm anî ziman ku banga dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan deriyekî nû yê têkoşînê vêdike û dê bandorê li Rojhilata Navîn bike û got: “Tirkiye heke ji dil be divê êrişên xwe li ser herême rawestîne.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari,parlamenterên DEM Partiyê Sirri Surreya Onder, Pervîn Buldan, Cengîz Çiçek, siyasetmedar Ahmet Turk û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktê, serdana Girava Îmraliyê kirin û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî cih girtin. Piştî hevdîtinê şandeya DEM Partiyê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan parvekir. Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê li qadan hat temaşekirin û çavê dinyayê jî li banga Abdullah Ocalan bû. Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de banga çekberdanê kir û ji bo çek bên berdan jî got: ““Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda û gelek aliyên siyasî jî derbarê bangê de daxuyanî dan. Hevserokê berê yê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salîh Muslîm, tekildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re (AW) axivî.

‘Banga birêz Ocalan deriyekî nû vêkir’

Salîh Muslîm bi lêv kir ku bangavaziya Abdullah Ocalan dîrokî ye û gehiştina encama têkoşîna 50 salan e. Salîh Muslim bandora pêyamê ya li ser rewşa siyasî wiha nirxand: “Encamên ku jê dihatin hevîkirin hemû gehiştinê serî yanî hişyarbûna gelê Kurd û derfetên dinyayê û têkoşîna hat dayin bû sedem ku deriyên nû vêbibin. Ew derî jî deriyê aştıyê ye. Bi aştiyê meriv dikarê vê têkoşînê berdewam bike. Hem jî derî vêbûye ku meriv bikare birînên xwe derman bike. Ev bangewaziyê jî deriyên van vekin. Çekberdan jî derfetên wê hene. Derfet jî ew in ku tiştên bûnê sedema çek hildanê ji holê rabin. Wê demê pêwîstî bi çekan namîne. Yên ku aştiyê dixwazin divê hemû alîkar bin û bi awayekî aştiyane em bikarin têkoşîna xwe berdewam bikin. Birêz Abdullah Ocalan ew deriya vêkir. Dinya jî pê hesiya ku şerê çekdarî gehiştiyê encamekê û ew encam hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên din pir girîng e. “Bêguman wê bandor li ser têkoşîna me jî bike. Em hevî dikin hemû kes bi hesasiyet pêvajoyê bimeşînin. Yanî dem jê re hewceye ji bo ew pêvajo bigehejê encamê û daxwazên birêz Abdullah Ocalan pêk werin.”

‘Em jî ji aştiyê re amade ne lê heta niha ew bawerî pêk nehatiye’

Di berdewama axaftina xwe de Salîh Muslîm tekildarî derbarê nameya Abdullah Ocalan a ku ji Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re şandiyê de jî ev tişt gotin: “Di nameya ku ji me re şandibû de birêz Ocalan nêrînên xwe li ser çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê anîbû ziman. Tiştên ku heta niha li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk hatine jî rast bûne, yanî bi heman fikir û îdeolojiyê rêveberiyek hatiye damezrandin. Yanî em fikir û baweriya birêz Ocalan derneketine, ev tişt gotibûn. Pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ne ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyeyê derbasdar e. Muxatabê me Şam e. Em jî dixwazin li vir bi dîalogê pêvajoya aştiyê pêş bixînin. Tişta ku em dixwazin jî ew e ku dewleta Tirkiyeyê destê xwe ji Suriyeyê bikşîne û bihêle em bi hev dû re bikin. Prensîb yek e lê muxatab cûda ne. Em jî li vir ji aştiyê re amade ne lê heta niha ew bawerî pêk nehatiye. Dema DAIŞê êrişî me kir kesekî em neparastin. Yên ku êrişî me kirin û dijminatî ji me re kirin niha li Şamê rûniştine.”

‘Banga Birêz Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda’

Salîh Muslîm destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji nû vê tê dîzayn kirin û bandora banga Abdullah Ocalan a li ser Rojhilata Navîn wiha nirxand: “Rojhilata Navîn bi sînor û siyaseta xwe ji nû ve tê dîzayn kirin. Rojhilateke Navîn a nû çêdibe. Dewletek tenê vê guherînê naxwaze, yên herêmî jî yên din jî guhertinekê dixwazin. Ji ber wê jî guhertin wê çêbibe. Yên ku vê guhertinê qebûl nekin wê ji holê rabin. Yên ku li gor derfetan vê guhertinê bikin û xwe amade bikin wê bi serbikevin. Birêz Ocalan jî vê heqîqetê dibîne. Dinya û rewş guheriyê. Ji ber wê divê rê û rêbazên têkoşînê jî biguherin. Birêz Ocalan jî deriyekî nû vekir. Ya girîng pratika wê ye. Ew jî bi her kesî re elaqedar e. Îro gelê Kurd 50-60 milyon e li dinyayê. Ew jî denklema Rojhilata Navîn diguherîne. Yê ku bikare biguherînê jî bêguman birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo wê jî banga birêz Abdullah Ocalan, li Amerîka, Rusya û hemû dinyayê deng veda. Serokên dewletên cîhanî benda banga birêz Abdullah Ocalan bûn ku wê çi bibêje. Ew girîngiya gelê Kurd û Rêberê Kurdan e. Em hevî dikin ew jî alîkar bibin ku em bikaribin aramiyê bînin herêmê.

‘Êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê ranewestiya ne’

Di dawiya axaftina xwe de Salîh Muslîm anî ziman ku erişên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî êrişan parastina herêmê jî berdewam dike. Heke ne Tirkiye be hezên li herêmê êrişî me nakin. Tirkiye bi balafiran êrişî bendava Tişrînê dike. Êrişên wana heta niha li ser herême ranewestiya ne. Îro jî agahî ji me re hat ku 4 dron hatine xistin. Hem aştiyê bixwazin û êrişên xwe ranewestînin wê çawa bibe. Tirkiye heke ji dil be divê êrişên xwe rawestîne. Gelê Kurd îro di Rojhilata Navîn de pêşengê demokrasiyeyê. Divê em jî li gor erka dîrokî rabin û ji Rêber Apo re alîkar bin. Em karibin rola xwe ya dîrokî di Rojhilata Navîn de pêk bînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

2 TÎRMEH 2026
Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

2 TÎRMEH 2026
Temellî: Ganî muzakeregero sereke reyde zemînê muzakereyî bêro viraştene

Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (30)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne