• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Abdullah Ocalan deriyê aştî û demokrasiyê vekir’

Amed / AW

1 ADAR 2025 - 08:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan perspektîfa destpêka aştiyê ye û got: “Qala çek berdanê tê kirin lê divê dewlet jî di hêla qanûnî de amede bibe û li Meclisê gavên qanûnî bavêje.”

Di 27ê sibatê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sûreya Onder, Cengîz Çîçek, siyasetmedar Ahmet Tirk, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û parêzerê OHD Faîk Ozgur Erol li Grava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re hevdîtin kirin. Şande piştî hevdîtinê li Stenbolê peyamê Abdullah Ocalan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Li Amed û Wanê jî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi beşdariya hezaran hat guhdarkirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gelê Kurd, Tirk û cîhanê re “Civaka Aştî û Demokratîk” bangek dîrokî kir. Pîştî bangê li Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek nîqaş tên destpêkir. Li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û pêvajoyê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Peyam perspektîfa destpêka aştiyê ye’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan perspektif û bangawaziya destpêka aştiyê ye û got: “40 sal in pirsgirêka kurd bi şer û pevçûnê tê naskirin lê peyama ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan parvekir nîşan da ku divê pirsgirêka kurd bi rêya demokrasî, aştî û li ser zemîna hiqûqî û sîyasetê bê nîqaşkirin. Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan deriyê aştî û demokrasiyê vekir. Heke serokkomar û hikumet jî erênî nêzîkê vê peyamê bibin em bawerin ku aştiyê li ser vê axê pêk were.”

‘Tenê hêvî têr nake’

Abdulkadîr Guleç da zanîn ku kesên ku li Amed û Wanê peyam guhdar kirin bi hêvî nêzîkî peyamê bûn lê tenê hêvî têr nake û wiha got: “Ji bo şer davî bibe divê wek qanûnî gav bê avêtin. Qala çek berdanê tê kirin lê divê dewlet jî di hêla qanûnî de amede bibe û TBMMê de wek zagonî gav bê avêtin. Her wiha ji bo berdana girtiya divê Meclîsê de qanûnê taybet derkevin ku ev pêvajo ber bi erêniyê ve biçe. Hemû kes benda peyama dîrokî bûn û Brêz Abdullah Ocalan ji bo destpêkê rola xwe lîst. Ji bo ku bêtir rola xwe bilîze divê şert û mercên Brêz Ocalan bên guhartin ku fikirê xwe bê asteng bibêje.”

‘Peyamê erênî û bi nirx dibinin’

Abdulkadîr Guleç da zanîn ku platforma ku 123 saziyên sivîl di bin sîwana Platforma Parastina Bajêr û hevkarî ya Amedê xebat dimeşînin partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û got: “Me wek Platform li ser vê pêvajoyê partiyên Tirkiye û partiyên Kurdistanê re civîn pêk anîn. Di wan civînê me de hemû partî jî vê pêvajoyê erênî dibinin. Lê em dixwazin gavên xurtir bên avêtin û bêtir xwedî pêvajoyê derkevin. Em jî wek Baroya Amedê di gav avêtina qanûnî de çi bikeve ser milê me em ê rola xwe bilîzin. Civak piştî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi hêvîdar bû. Em jî wek Baroya Amedê peyamê erênî û bi nirx dibinin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne