• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PKK: Ji îro pê ve em agirbestê îlan dikin!

Navenda Nûçeyan /AW

1 ADAR 2025 - 08:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîteya Rêveber a PKKê ragihand ku ji bo Banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk pêk bê, ji îro pê ve agirbestê îlan dikin û got: “Pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de bi rêya şandeya DEM Partiyê peyama dîrokî bi raya giştî re parve kir. Piştî peyamê PKKê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji îro û pêva agirbestê îlan dikin. Li gorî nûçeya ANFê PKKê daxuyanî da û agirbest îlan kir.

Naveroka daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKKê ya têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a bi sernavê ‘‘Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re” bi vî rengî ye:

“Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê ya bi sernavê “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk”’, rêya hemû hêzên azadî û demokrasiyê ronî dike û weke Manîfestoya Serdemê ye. Ji bo ku li gelê me û mirovahiyê manîfestoya civaka demokratîk zêde kiriye, em bi rêzdarî Rêber Apo silav dikin.

Li gel Banga berbehs diyar e ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye. Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne.

Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin. Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin.

Hêza rêvebirina têkoşînê û daneheva PKKê ya hatiye avakirin dide gel

Pir eşkere ye ku PKK, bû tevgera heqîqet û lehengiyên mezin ên nîvsedsala dawîn a Kurdistanê. Her tişt bi têkoşîneke mezin a lehengî, fedekarî, berdêl û keden mezin hatin bidestxistin. Em hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna azadiyê bi rêz, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. A niha em bi heman ruh û baweriyê destkeftiyên dîrokî yên berbehs derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dibin. Hişmendiya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye û tecrûbeya mezin a PKK’ê afirandî, başî, rastî, bedewî û hêza rêvebirina têkoşîna azadiyê ya bi rêya siyaseta demokratîk dide gelê me.

Di vê çarçoveyê de, ji bo ku Banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin. Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin. Her wiha pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.

Ji bo serkeftina kongreyê divê Rêber Apo bi xwe bi rêve bibe

Her wiha em amade ne ku li gorî daxwaza Rêber Apo kongreya partiyê li dar bixin. Lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Heta niha li gel hemû xeta û kêmasiyan me rêveberiya şerî kir; lê belê bes Rêber Apo dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike.

Divê şert û mercên fizîkî, jiyan û xebitandina azad werin dabînkirin

Rastiyên şênber pir eşkere nîşan didin ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî pêk were, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêşxistina tevgera demokrasiya kurevî, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan ên ku karibe bi awayeke fizîkî azad bijî û bixebite bên mîsogerkirin, hevalên wî jî di nav de karibe bê astengî bi kesên ku dixwaze re têkiliyê çêbike. Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê yekê ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve bên bicihanîn.

Bang ne ya dawî û ne jî ya destpêkê ye

Gel û dostên me yên hêja!

Banga Rêber Apo teqez ne ya dawî ye, berevajî vê destpêkek nû ye. Weke ku di daxuyaniyê de pir balkêş tê gotin û bi awayekî eşkere radixe berçavan ku tiştên ku divê di 35 salên dawî de û bi taybetî di van 20 salên dawî de bihatana kirin, lê bi qasî tê xwestin di dema xwe de nehatin kirin, niha divê teqez bên kirin. Di vî warî de pêwîst e Banga Rêbertiyê, sedemên wê, taybetmendî û erkên pêvajoya nû ya ku daye destpêkirin rast û têr bê fêmkirin û divê pêwîstiyên wê serketî pêk bînin. Divê bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin nêzî naveroka bangê bibin û gelekî girînge ku li her qadê bi awayekî serketî were bicihanîn.

Em ji bîr nekin ku barê herî mezin Rêber Apo her tim hilgirtiye ser milê xwe, rêya me ronî dike û pêşengiya me dike. Niha bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ gaveke nû davêje û ji bo hemû bindestan bi taybetî jin û ciwanan pêvajoyeke nû ya têkoşînê dide destpêkirin. Ji ber vê yekê em taybetmendiyên vê pêvajoya nû rast fêm bikin û li ser esasê ku her tim li hemberî her cure sextekarî û êrîşan amade bin, erkên wê bi serketî bi cih bînin. Em rêxistinbûna xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bi cesaret û fedakariyeke mezin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê geş bikin. Divê em hemû ji bo serketina Banga Rêbertiyê xwe berpirsyar bibînin.

Va ye, em ketin meha Adareke nû û kelecana 8’ê Adarê û Newrozê dijîn. Em Şoreşa Azadiya Jinê li ser bingeha Jineolojiyê pêş dixin û li ser xeta Şaristaniya Demokratîk jiyana civaka exlaqî û polîtîk bi rêxistin dikin. Em hewl didin heqîqeta Apoyî bi awayekî rast û têr fêm bikin û şoreşa heqîqetê ku şoreşa zihniyet û şêwazê jiyanê ye pêş bixin. Banga Rêber Apo ya dawî di eslê xwe de banga xurtir xwedî li 8’ê Adarê û Newrozê derkevin û bi kelecaneke mezin pîroz bikine. Ji her kesî zêdetir divê jin û ciwan vê Bangê rast fêm bikin, bi xurtî xwedî lê derkevin û pêdiviyên wê bi cih bînin.

Li ser van esasan em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Newrozê li hemû jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê xwedî li banga Rêbertiyê derkevin û li her qadê têkoşîna azadiyê geş bikin!

Bijî Pêşengê Qehreman ê Gelê me PKK!

“Bijî Rêber APO !”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne