• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şagirtên MED-DERê belge girtin

Navenda Nûçeyan / AW

28 SIBAT 2025 - 22:29
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – MED-DERê bi munasebeta bidawîbûna qursên kurmancî û kirmanckî bernameyek li dar xist. Rêveberê MED-DERê Xelîl Îbrahîm Taş, xwest ku her kes xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) bi munasebeta bi dawîbûna serdema payîzê ya kargehên Kirmançkî û Kurmancî li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bernameyek li dar xist. Hevserokên DBPê Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şirîn Gurbuz, DEM Parti ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz, endam û rêveber, mamoste û şagirtên MED-DERê, rêveberên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmancî pankartên “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” û “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz Be” hatin daliqandin.

MED-DERê di şahiyê de ewilî têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û zextên li ser zimanê kurdî sînevîzyonek peşkeş kir. Beşdarvanan bi dawîbûna sînevîsyonê li çepikan dan.

‘Em şagirtên xwe weke têkoşerên çand û zimanê kurdî dibînin’

Piştî sînevîzyonê rêveberê MED-DERê Îbrahîm Xelîl Taş axivî. Îbrahîm Xelîl Taş behsa xebatên MED-DERê kir û got: “Kursên me hene. Kesên dixwazin kurmancî û kirmanckiya xwe bi pêş ve bibin tên tev li qursan dibin. Piştî ku qursan diqedînin em belgeyan didin şagirtên xwe. Em şagirtên xwe weke têkoşerên çand û zimanê kurdî dibinin. Divê em ziman di nava mal, komeleyên çand û ziman de nehêlin. Zimanê sih milyonan mirovan e. Divê her kes bi zimanê xwe biaxive. Li çand û zimanê xwe xwedî derkeve.”

‘Zaravayê kirmanckî di bin xetereyeke pir mezin de ye’

Îbrahîm Xelîl Taş qala girîngiya roja ziman û dîroka wê kir. Îbrahîm Xelîl Taş bal kişand ku zaravayê kirmanckî bi tunebûnê re rûbirû ye û wiha berdewam kir: “Zaravayê kirmanckî di bin xetereyeke pir mezin de ye. Ji bo ku ziman bi pêş ve biçe, bi taybetî malbatên bi kirmanckî diaxivin divê li her dere bi kirmanckî biaxivin.”

Helbest hatin xwendin û belge hatin dayîn

Pişt re mamosteyên MED-DERê Selamî Ustun, Mehmet Asana û Mûsa Şanak helbest xwendin. Dû re mamosteyan belgeyên serkeftinê dan xwendekarên ku qursên kurmancî û kirmanckî qedandin. Mamosteyan diyar kirin ku çiqas têkoşîna ziman bidin kêm e û xwestin ku xwendekarên ku tev li qursan dibin bi xebatên xwe ziman bi pêş ve bibin. Dû re mamosteyan spasiyên xwe pêşkeşî xwendekaran kirin ku qursên xwe bi serkeftî qedandin.

Herî dawî Koma Erbanê ya Komeleya Çand û Ziman a Dîcleyê derket ser dikê. Komê bi stranên xwe beşdarvan coşandin. Beşdarvanan li ber stranan govend gerandin û lîlandin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne