• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Remziye Mihemed: Divê êdî her kes kêlî bi kêlî ji bo aştiyê têbikoşe

Mehmet Alî Ertaş / AW

28 SIBAT 2025 - 08:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka TEV DEMê Remziye Mihemed anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gaveke dîrokî avêtiye û divê êdî dewlet gavan bavêje. Remziye Mihemed xwest hemû gelê kurd û cîhanê piştgiriyê bidin vê peyamê û ji bo çareseriya demokratîk berbirsiyariyê bidin ser milê xwe.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara sêyemîn li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Siyasetmedar Ahmet Turk, Wekîlên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari u Tuncer Bakirhan û Parêzer Faîk Ozgur Erol di hevdîtinê de cih girtin. Dîsa girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin. Şandeyê di 27ê Sibatê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyan li Îmraliyê re hevdîtin kirin. Endamên Şandeya Îmraliyê piştî ji giravê vegeriya li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Zêdetirî 140 dezgehên çapemeniyê nêzî 300 rojnamegeran daxuyanî şopandin. Di heman demê de gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîr jî li eywana daxuyaniyê amade bûn.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” ji Ajansa Welat (AW) ê re nirxand.

Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed bal kişand ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha got: “Peyama ku çavê hemû gelê kurd û cîhanê lê bû. Çavê hemû kesan li banga ku ji Îmraliyê bê bû. Bi rojan li bendê bûn ku ji bo çareserî û aştiyê nirxandinekê bike. Me dît ku di van nirxandinan de gelek xalên girîng hatin gotin. Hem gelê kurd û hem jî gelê cîhanê dizane ku hêza Rêber Apo heye ku Tirkiyeyê ji nava vê aloziyê derxîne. Gelê kurd û cîhanê dizane ku di vê asta şerê cîhanê yê sêyemîn de mifteya aştî û çareseriyê li gel Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê çavê her kesî li peyama Rêber Abdullah Ocalan bû.”

‘Peyama Rêber Ocalan di asta cîhanî de erênî hat dîtin’

Remziye Mihemed da zanîn ku di peyamê de xalên gelek girîng hebûn û wiha got: “Em bi çi rengî çareseriyê pêş bixin. Em ê çawa merhaleya aştiyê pêş bixin. Divê gavên çawa bên avêtin. Me dît ku di milê PKKê de milê şer, çekberdanê û aştiyê de hat xwektin ku gavên pêwist bên avêtin. Ev peyam ji bo gelê kurd ne cara yekem e. Gavên aştî û çareseriyê gelek caran hatiye avêtin. Gelek caran sekinandina çekan û agirbest hatin îlankirin. Lê di milê tirkan û Tirkiyeyê de gav nehatiye avêtin. Me dît ku peyama Rêber Abdullah Ocalan di asta cîhanî de erênî hat dîtin û di asta cîhanê de her kes destekê dide peyama Rêber Abdullah Ocalan.”

Remziye Mihemed ani ziman ku ya girîng ev e ku ji niha û şûnde dewlet gavên çawa bavêje ye û wiha berdewam kir: “Ya girîng ewe ku dê di milê dewletê de gavên çawa bên avêtin e. Ji bo mafê gelê kurd bê parastin, ji bo wekheviya gelê kurd û tirk pêş bikeve, ji bo mafê gelê Kurdistanê bi tevahî bê parastin, ji Tirkiyeyê tê xwestin ku gav bên avêtin. Ji ber vê yekê divê hemû gelê kurd û gelên aştiyê dixwazin piştgiriyê bidin vê peyama Rêber Abdullah Ocalan.”

‘Bar dikeve ser milê hemû kesan’

Remziye Mihemed destnişan kir ku ji bo aştiya civakî û demokrasî pêş bikeve barê dikeve ser milê kurd û hemû beşên civakê heye û wiha berdewam kir: “Me dît ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ereb, suryanî, kurd û hemû nasnameyên xwe piştgirî dan peyama Rêber Abdullah Ocalan. Ji bo çareseriya dîrokî kes nikare van gavan bavêje. Em dibînin ku tenê Reber Apo ji bo çareseriya dîrokî gavên mezin davêje. Kesayetên mezin, hêja û kesayetên ku dîrokê baş dinirxînin û dixwînin dikarin van gavên mezin bavêjin. Ji bo çareseriya aloziya heyî Rêber Apo vê berpirsiyarî û barî digire ser milê xwe. Dibêje ez dikarim vê pêvajoyê bimeşinin û çareseriyê jêre dînim. Ji ber vê yekê xalên ku Rêber Apo destnîşan kirin gelek girîng in.”

Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînak e

Remziye Mihemed anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nîşanî gelê cîhanê da ku di sekinandina şer de û di meşandina pêvajoya aştiyê de çiqas rast in û wiha bi dawî kir: “Destnişan kir ku di meşandina çareseriya demokratîk de xwedî hêz in. Di 14 salên şoreşê de bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratik gavên çareseriya demokratîk hatin avêtin. Tevahî gelê herêmê di van 14 salan de karibûn vîna xwe azad nîşan bidin. Hat dîtin ku dikarin bi vîna xwe xwe bi rêve bibin û di hemû qadên jiyanê de nûnertiya xwe bibînin. Divê gelê gelên cîhanê van gavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avêtn rast bibîne û rast binirxîne. Nirxandinên Rêber Apo, ji aliyê gelê kurd, gelê cîhanê de bi pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji gele Kurdistanê re statu” tê destekkirin. Ev piştgiriya ji bo Rêber Apo û demokrasiyê dide xuyakirin. Bi vê peyama Rêber Apo bar û berpirsiyarî ketiye ser milê hemû gelên me. Divê li gorî tê xwestin kêlî bi kêlî ji bo aştî û çareseriyê gavan bavêje. Ji bo em karibin azad bi Rêber Apo re bijîn, divê her kes vî barî hilgire ser milê xwe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne