Çalakiya ji bo girtiyên nexweş ku li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin 10 roj li pey xwe hişt. Di çalakiyê de bang li Wezareta Dadê hat kirin ku girtiyên nexweş berdin.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 10an de didomandin. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Çalakî piştî daxuyaniyê dest pê kir.
Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Piştre jî çalakiya îro bi daxuyaniyeke bi dawî bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zakî Îrmez di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku girtiyên nexweş nikarin bigihêjin mafên xwe yên tenduristiyê û wiha axivî: “Divê Wezareta Dadê dengê malbatên girtiyên nexweş bibihîse û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em îro çalakiya xwe bi dawî dikin lê heta hemû girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya îro bi dawî bû. Çalakî sibe jî li ber Wezareta Dadê bidome.














