Wan – Dayikên Aştiyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin û wiha gotin: “Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe, divê deriyên girtîgehan bên vekirin.”
Dayikên Aştiyê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbarê rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de, dest bi çalakiyan kirin. Dayîkên Aştiyê yên Wanê jî di çarçoveya çalakiyê de bi rêxistina AKPê ya Wanê re hevdîtinek kirin. Dayikan daxwazên xwe anîn ziman û gotin ku armanca wan pêşxistina pêvajoyê ye.
Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku wan di civînê de daxwaz û gotinên xwe ji Serokê AKPê yê Wanê re jî anîne ziman. Dayikan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin û wiha axivîn: “Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe, divê deriyên zindanan bên vekirin û girtiyên nexweş bên dermankirin. Em êdî naxwazin tu dayik bigirîn. Em dixwazin di nava gelên Tirk û Kurdan de aştiyek pêk bê. Em dixwazin Serokê me jî demildest bê berdan û em wî di nav xwe de bibînin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bigihe armanca xwe û em naxwazin girtiyên nexweş bimirin û darbest ji zindanan derkevin.”
Dayîkan bang li her kesê kir ku piştgiriya çalakiya wan bikin.

















