* Akademîsyen û siyasetmedar Kamûran Berwarî derbarê aloziyên kûr ên di navbera PDK û YNKê û biryarên dawî yên hikûmeta Iraqê de nirxandinên balkêş kir û da zanîn ku krîza heyî ya li Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên partiyan e û metirsiyeke dagirkeriyê ya li ser gelê Kurd nîne.
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku divê êdî Desteya Aştî û Siyasetbûnê ku dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih bigire, ji raya giştî re bê parvekirin û got: “Em jî li bendê ne. Dê kengî ji raya giştî re bê parvekirin em jî nizanin. Em jî dixwazin di demekê herî zû de ew destê were îlankirin û dest bi xebatan bike.”
* Dayîkên Aştiyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin û wiha gotin: “Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe, divê deriyê girtîgehan bê vekirin.”
* Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo xwe li her derekê bi rêxistin bike dest bi kampanyaya endamtiyê kir. Endama komeleyê Dîlan Guvenç anî ziman ku di vê pêvajoyê de tişta herî zêde divê were kirin rêxistinbûyîn e.
* Reşad Akin ê ku li gundê Wargenima yê girêdayê navçeya Geverê ya Colemêrgê, di xaniyeke kavil, rûxiyayî û vala de bi tena serê xwe jiyana xwe didomîne. Reşat Akin astengdar e û ji bo ku xaniyê wî were çêkirin û pêdiviyên wî bên dabînkirin li benda alîkariya rayedaran e.
* Endama Partiya Keskan û Wezîra Çandê ya berê a Almanyayê Claudia Roth destnîşan kir ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi naskirina ziman û çanda Kurdî û tevlîbûna civakê bê xurtkirin.Sekinandina şerê çekdarî ne bes e, demokratîkbûn jî pêwîst e. Divê aştî bigihîje girtiyên siyasî jî.”
* Meclîsa Dayikên Aştiyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û gotin: “Em tu carî qebûl nakin ku zarokên me ji zindanan mirî derkevin.”
* Karkerên Farmakim Lojîstîkê yên li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê, ji ber nedayîna mûçeyên xwe ji 20ê Mijdarê ve li ber pêşiya şîrketa lê dixebitin çalakî li dar dixin. Karkeran diyar kirin ku nêzîkî 70 karker li vir dixebitin, kesên nexweş, nikarin kirêya xaniyê xwe bidin û xwediyê xanî ew ji malê derxistine hene û gotin: “Em di kirê de dijîn û zarok didin xwendin. Divê debara malbata xwe bikin, lê niha di rewşeke pir zehmet de ne. Em tenê dixwazin mûçe û tazmînata xwe bistînin.”
* Îmzevanên “Ji bi Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze” dê derbarê kampanyaya xwe de li Hîll Otelê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (12:00)
* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobedê ya bêdem a li pêşiya Wezareta Dadê dane destpêkirin di roja 10emîn de bidomînin. (14:00)
* Bi tevlîbûna Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir dê li Eywana Dawetê ya Muskebî a li navçeya Bodrum a Muglayê civîna gel bê lidarxistin. (18:00)
Kirmanckî
* Cenîyê ke tewrê rayraşîyayîşê 25ê Teşrîna Peyêne bîyî, waştişê aştîyêka mayînde û demokratîke kerdî û vatî: “Ma wazenê êdî kiştene cenîyan biqedîyo. Kiştena cenîyan polîtîk o.”











