Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêmê Mesrûr Barzanî têkildarî biryara Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bi daxuyaniya îro şok bû û bi ti awayî qebûl nakin. PDK û YNKê jî bi daxuyaniyek hevpar gotin: “Binpêkirina maf û destkeftiyên me xeta sor e. Em li gel diyalog, zelalî û jihevfamkirinê ne.”
Piştî ku Berdevkê Hêzên Çekdarî ya Iraqê daxuyaniyeke têkildarî Iraq û Herêma Kurdistanê da, PDK û YNKê daxuyaniyeke hevpar dan.
Hate gotin ku daxuyaniya Hêzên Çekar a Iraqê, bûyer û pêşketinên çend rojên borî ya li Iraqê rû didin, ji bo xelkê Herêma Kurdistanê mijareke ne li bendê bûn, ji ber ku şok bûn û ev hate gotin: “Hemû kes baş dizane ku Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên di destûrê de hatine diyarkirin tişteke din naxwaze. Bi salane ku mafê wan ên destûrî hatine binpêkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em bal dikişînin ser wê yekê ku hemû alî divê girêdayî destûrê bin. Eger pirsgirêkek di navbera Herêmê û Bexdayê de hebe jî, pêwîste li gorî destûrê kar bê kirin. ji derveyî wê hemû biryar dijî Herêma Kurdistanê û destûrê ne.”
Herî dawî ev hate gotin: “Herêma Kurdistanê berhemê xwîna û têkoşîna dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye. Binpêkirina maf û destkeftiyên me xeta sor e. Em li gel diyalog, zelalî û jihevfamkirinê ne.”
Mesûr Barzanî: Biryara Zeydî qebûl nakin
Serokê Demborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî daxuyaniyek da. Barzanî got: “Maf û erkên me yên destûrî hene. Em daxwaza mafê xwe dikîn. Divê weke xwe bên pêkanîn. Ya li ser me ferz jî bên bicihanîne. Tişteke ji derveyî destûrê em qebûl nakin.”
Têkildarî biryarên Elî Zeydî jî Barzanî ev anî ziman: “Biryarên Zeydî li gel naveroka gotûbêjan hev nagire ku berê li gel desthilata Bexdayê hatibû kirin. Peyamên cuda hebûn ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew jî di çarçoveya destûrê de bûn. Ya îro hate kirin şok bû. Bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Barzanî diyar kir ku deriyê nîqaşê yê bi Bexdayê re negirtiye û got: “Pêwîste li ser bingehê destûrê be. Biryarê tekekesî û binpêkirina mafê destûrî nabe bê kirin. daxwaz ji Bexda dikin ku em hemû bi hev re li ser bingeha destûrê li hev bikin.”
Mesûr Barzanî daxwaz kir ku hemû aliyên siyasî mijara parastina statûya Herêmê mezintire ji hemû destkeftiyên kesî û partiyan û got: “Pêwîste hemû ferdeke/î vê herêmê bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. Em amadene hemû nakokiyên xwe bidin aliyekê. Bibin pêşmerge û parastina statûya Herêmê bikin.”











