Di êrişên hewayî yên koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî de li bajarê Hudeydeyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Televîzyona Almasirah a nêzî Hûsiyên li Yemenê ragihand ku di êrişên hewayî yên koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî de ya li bajarê stratejîk ê li peravê Derya Sor bajarê Hudeydeyê, 10 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku di êrişê de avahiyeke şîrketa telekomunîkasyonê bûye hedef.
Koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî roja Înê ragihand ku li Hudeydeyê li navendên fuzeyên balîstîk û qaçaxçitiya çekan xistine.
Êrişên dawî di demeke wisa de hate kirin ku Hûsî bi pêş ve diçin û nêzî bajarê Adenê yê li başûrê Yemenê bûne. Hikumeta ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, piştî ku Hûsiyan sala 2014an de paytext Sana bi dest xistibûn, xwe li Adenê girtibû.













