• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

Firat Tûnç / AW

23 MIJDAR 2026 - 10:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Qamişlo – Rojnameger Sorgul Şêxo diyar kir ku her roj li qadê bi gelek çîrokên tundiya li ser jinan re rû bi rû dimîne û divê ew vê pirsgirêkê wekî pirsgirêkeke civakî binîn rojevê û heger çapemenî li sedemên bûyeran negere û tenê wekî “pirsgirêkeke malbatî” lê binêre, dibe şirîkê wê tundiyê.

Li hemû cîhanê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi çalakî û bernameyên cihêreng tê pêşwazîkirin. Jinên ku di bin pergala desthilatê-mêrperestiyê de ji mafên xwe bêpar hatine hiştin û bi tundiya serweriya mêran re rû bi rû ne, di vê rojê de li hemû qadan dengê xwe bilind dikin. Pergala desthildatdariya zilam û serdestiya zilam li ser civakê dibe sedem ku jin li hemû qadên jiyanê yên weke rêveberî, lêşkerî, siyasî û aborî dûr bikevin û di çerçoveya pergalê de bijîn û rola pergalê daye wan pêk bînin. Bi vê yekê jin ji rastiya xwe dûr dikevin û di nava pergalê de bi êrişên zayendî, derûnî û her curê êrişan re rû bi rû dimînin.

Pergala desthilata zilam bû sedem ku jin ji xwebûna xwe dûr bikevin û ji her mafên xwe bêpar bimînin. Bi Şoreşa Rojava re pergala desthilata zilam jî têk çû û jin careke din vegeriyan ser rastiya xwe. Li hemû cîhanê pergala desthildata zilam serwer e û mafên jinan hatine binpêkirin. Lê li jiyana nû bi pêşengiya jinan tê avakirin û ji ber vê yekê Şoreşa Rojava weke şoreşa jinan tê pênasekirin. Li Rojava jin ji rêveberî heta leşkeriyê ji lêşkeriyê heta perwerdehiyê, ji tenduristiyê heta hemû qadên jiyanê pêşengtiyê dikin.

Rojnameger Sorgul Şêxo ya ku bi salana e li Rojavayê Kurdistanê rojnamgeriyê dike derbarê binpêkirina mafên jinan ku diqewimin û tundiya li ser jinan ji ajansa me re axivî.

‘Jin êdî tundiya di çar diwarên malê de venaşêre’

Sorgul Şêxo diyar kir ku çapemenî di hişyarkirina civakê û xurtkirina têkoşîna jinan de bi roleke girîng rabûye û wiha axivî: “Jinên ku li vir rûbirûyî cureyên tundiyê dimînin, ne wekî berê bêdeng dimînin û ji tirsa malbat an civakê tundiyê di hundirê xwe de venaşêrin. Ev mijar êdî bûye mijareke giştî û di jinan de ew hêz çêbûye ku derkeve, behsa pirsgirêkên xwe bike û serî li saziyên wekî Mala Jin, Kongra Star, Hêzên Ewlehiyê û saziyên hiqûqî bide.”

Sorgul Şêxo bi lêv kir ku jinên li Rojavayê Kurdistanê ne wekî jinên berê ne û wiha got: “Şoreşê di jinan de gelek tişt guherandin; ew hêz çand ku jin xwe bi xwe be û pirsgirêka xwe wekî heyî bîne ziman. Em jî wekî ragihandina jinan hewl didin hişyariyekê ava bikin ku pirsgirêka jinan pirsgirêka civakê ye. Heger pirsgirêka jinan neyê çareserkirin û sînor ji tundiyê re neyê danîn, pirsgirêkên civakî wê hîn zêdetir kûr bibin.”

Tundiya elektronîk û astengiya tirsê

Sorgul Şêxo da zanîn ku li gel tundiya devkî, derûnî, hiqûqî, çandî û civakî, di sedsala 21ê de bi pêşketina teknolojiyê re tundiya elektronîk jî zêde bûye û wiha pê de çû: “Li ser medyaya civakî, wekî Facebook û Instagramê, bi rêya hesabên sexte navê jinan tê xirakirin û çîrokên nerast tên parvekirin. Di vî warî de hişyarî hîn kêm e, lê têkoşîna jinan li dijî her cure tundiyê berdewam dike. Pirsgirêka herî mezin a ku dema em bixwazin dengê jinan ragihînin, em dibînin ku ew kes ditirse, tu dibihîzî an dibînî ku jinek rastî tundiyê hatiye û dixwazî çîroka wê binivîsînî, gelek caran jin ji ber tirsa civakê, mêr, malbatê an zextên giştî nikare navê xwe û hûrgiliyên bûyerê bi temamî bêje. Pêwîstiya wê bi alîkariyê heye û ev alîkarî bi rêya hevgirtina medya, saziyên jinan, saziyên civakî û hiqûqî çêdibe.”

‘Nêrîna pirsgirêka malbatî xeter e’

Sorgul Şêxo bal kişand ser tundiya li ser jinan carinan tenê wekî “pirsgirêkeke malbatî” tê pênasekirin û wiha got: “Dema tê gotin ‘ev pirsgirêk malbatî ye, bila di sînorê malbatê de bimîne’, bûyer nayê ronîkirin. Heger em wekî ragihandin tenê bûyerê bibînin û li sedem û encamên wê negerin, wê demê ragihandin jî dibe beşek ji wê tundiyê. Divê sedem werin pirsîn û encam werin eşkerekirin. Di nav civakê de hê jî hin jin, bi taybetî ji ber hişmendiya baviksalarî ya ku bi salan li ser wan hatiye ferzkirin, dikarin li dijî hewldanên jinên din ên ji bo destkeftiyan helwest bigirin, lê ev hişmendî bi têkoşîn û guhertinê dikare were veguhertin.

Tundiya aborî û têkoşîna hevpar

Sorgul Şêxo destnîşan kir ku li gel guhertinên li Rojava, hîn têkoşîn ne di asta têrker de ye û divê jin, mêr, sazî û çapemenî bi hev re bixebitin û wiha dawî axaftina xwe anî: “Niha piraniya tundiya ku tê kirin tundiya aborî ye. Heger jin di aliyê aborî de serxwebûna xwe ava nekiribe, li dijî zextan bêparastin dimîne. Divê jin kargeh û projeyên hevpar ava bikin û hevgirtina xwe xurt bikin. 25ê Mijdarê wekî nîşaneyeke durûtiya desthilat û dewletên ku 364 rojan tundiyê dikin û tenê rojekê ji bo jinan diyar dikin e. Jin her roj, her kêlî û her saniye di nav têkoşînê de ne da ku qeyd û bendan bişkînin. Pêwîstiya jinan bi ragihandineke azad heye ku pirsgirêka wan bibîne û çareser bike. Heger em hemû dest bidin hev û bi heman çavê berpirsiyariyê li pirsgirêkên jinan binêrin, em dikarin tundiyê sînordar bikin û rêyên zêdetir ên têkoşînê vekin.”

Sibê: Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêze

Etîket: 25ê MijdarêSorgul Şêxo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê her tim çalak be’

‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê her tim çalak be’

23 MIJDAR 2026
Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakiya jinan

Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakiya jinan

21 MIJDAR 2026
‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

20 MIJDAR 2026
‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

19 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

18 MIJDAR 2026
Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

14 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne