Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK-KURD) li Çand Amedê bi beşdariya ciwan û xwendekaran civîn û şahî li dar xist. Di civînê de hat destnîşankirin ku ciwan û jin bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin û li dijî polîtîkayên şerê taybet, tiryak û fihûşê têkoşîna komînal tê meşandin.
Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK-KURD) a Amedê, li Çand Amedê bi ciwan û gel re civîn û şahiyek li dar xist. Di civînê de pankarta “Ciwanên ji bo çandeke hevpar bi komînbûna xwe tevlê YCK-KURD dibe” hat vekirin. Di civînê de “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedeana ciwanên Kurd” û “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin. Gelek xwandevan û ciwan tev li civînê bûn.
Di civînê de li ser navê YCK-KURDê Ramazan Kalkan axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî û watedar re derbas dibin û got ku bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê belav bûye.
Ramazan Kalkan anî ziman ku ev pêvajo ji bo naskirina nasnameya Kurdî û avakirina civaka demokratîk qonaxeke nû ye û wiha got: “Dengê Rêber Apo ku bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê dihat astengkirin, di 27ê Sibata 2025an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk hemû astengî derbas kirin. Em wekî ciwanên welatparêz û komînalîst dibînin ku zemîna jiyanî ya vê bangê dê ji aliyê ciwan û jinan ve bê avakirin. Manîfestoya Civaka Demokratîk û Komînal a Rêber Apo bang li me dike ku em ji kesayetiya xweperest derkevin, xwe xwedî derkevin û bi hişmendiya civakî û komînal tevbigerin.”
‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’
Ramazan Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên ku hewl dide ciwanên Kurd ji nirx û civaka wan qut bike û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên şerê taybet ên ku dixwazin ciwanan ber bi sixurî, narkotîk, fihûş û qumarê ve bibin, ji qirkirina çandî û civakî ya li ser Kurdan ne qut in. Li Kurdistanê temenê bikaranîna madeyên hişber daketiye heta 9 saliyan. Her kêliya ku em winda bikin, windakirina wî nifşî ye ku şehîd Çiyageran ji bo wê têkoşiyan. Em li hemberî vê hişmendiyê dibêjin rawestin. Em ê bi her komîna ku em tê de xwe rêxistin dikin, li dijî ferzkirinên sixuriyê, narkotîkê, fuhûşê û qumarê têkoşîneke mezin bimeşînin.”
‘Ciwanên Amedê mîrateya berxwedan û cesaretê ya Sûrê didomînin’
Ramazan Kalkan bi bîr xist ku ciwanên Amedê di dîroka têkoşîna azadiyê de her tim pêşengtî kirine û li ser berxwedana Sûrê û şehîdên têkoşînê ev nirxandin kirin: “Sûra ku Çiyager, Eriş û Nûda di hembêza xwe de veşartine, her kevirê wê şahidê berxwedanên mezin e. Ciwanên Amedê mîrateya berxwedan û cesaretê wergirtine. Çawa ku Çaran, Mazlûm, Kemal û Xeyrî di zindana Amedê de berxwedan kirin û şehîd Yilmaz Huseyîn li Sûrê li hemberî êrîşan rawestiya, em ê jî bi heman biryardariyê xwe û kolanên xwe biparêzin. Rêber Apo dibêje ‘meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye’. Meşa me ya îro ber bi komînalîteyê ve ye; berdewamiya rêya şehîdên me û pêşengên me yên wekî Baran Mawa ye.”
Her wiha Ramazan Kalkan axaftina xwe bi banga avakirina siberojeke bi rûmet bi dawî kir: “Em îdia dikin ku di avakirina civaka demokratîk de bibin parêzvanên herî biryardar ên nirxên civakî û exlaqî. Divê em a civakî polîtîze bikin û ya polîtîk civakî bikin û bi baweriya serkeftinê ber bi pêşerojê ve bimeşin.”

















