Di hefteya 12emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Çaykûr Rîzespor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Amedspor 2 û 0 têk çû.
Di hefteya 12emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Rîzespor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maçê ketin stadê.
Çawa maçê dest pê kir Amedsporê pozîsyoneke bi bandor bi dest xist lê nekarî bike gol. Dû re Rîzesporê jî çend pozîsyon bi dest xistin û di deqîqeya 19an de lîstikvanê wê Alî Sowe gol avêt û skor bû 1 û 0.
Dema deqîqe bû 21 alîgirên Amedsporê lambeyên telefonên xwe vekirin û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” berz kirin.
Alîgiran bênavber dirûşmên “Amed gol gol gol” , “Amed ji bo me êriş bike” , “Amed Amed” berz kirin.
Beşa ewil a maçê 1 û 0 bi dawî bû.
Ji ber lîstikvanê Amedspore Ermal Krasnîq seket bû di beşa duyemîn a maçê de Amodue Cisse ket şûna wî.
Rîzesporê bi bandor dest bi maçê kir û di encama wê de di deqîqeya 54an de lîstikvanê wê Alî Sowe goleke din avêt û skor bû 2 û 0.
Alîgirên Amedsporê di beşa duyemîn de jî bênavber dirûşm berz kirin û piştevaniya tîma xwe kirin.
Dû re Amedsporê bi bandor lîst tevî çend pozîsyon bi dest xistin jî nekarî golan biavêje.
Maç bi 2 û 0 serkeftina Rîzesporê bi encam bû.
Bi vê encamê Amedspor piştî 28 maçan di maça 29emîn de li sehaya xwe têk çû. Amedspor bi 23 pûanan bi maçeke zêde di rêza seyemîn de ye.
Amedspor dê di 28ê Mijdarê de saet di 19.00an de li Dîlokê bi tîma Gazîantep FKyê re bilîze.
















