Piştî alozî û nakokiyên li ser kombûna parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê, mekteba siyasî ya YNK û PDKê îro li hev civiyan.
Li avahiya mekteba siyasî ya YNKê ya li Hewlêrê, şandeya YNK û PDKê civînek lidar xistin.
Civîn li ser asta mekteba siyasî ya her du partiyan hate pêkanîn. Ji YNKê Dr. Rêwaz Fayîq û Dr. Yusif Goran, ji PDKê jî Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed beşdarî civînê bûn.
Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, civîn beriya demek kurt bi dawî bû. Lê heta niha her du aliyan jî li ser civîn û naveroka civînê tu daxuyaniyek nedan.
Roja 4ê Mijdarê, PDKê bi awayekî yekalî civîna yekem a temamker a Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê li darxist û desteya serokatiyê hilbijart. Ev yek jî rastî bertek û nerazîbûna rayedarên YNKê hat.
Serokê YNKê Bafil Talebanî, li ser navê Encûmena Serokatiya YNKê di peyameke vîdyoyî de, vekişîna YNKê ji hikûmeta demborî ya Herêma Federal a Kurdistanê ragihand û hişyarî da ku eger PDK serokê herêmê, serokê hikûmetê û her wezîrekî destnîşan bike, wê demê YNK jî dê li Silêmaniyê destnîşan bike.
Piştî wê di 10ê mehê de, YNK û Nifşê Nû li Dadgeha Bilind a Federal li ser civîna parlamentoyê gilî kirin û daxwaz kirin ku hem karên parlamentoyê bên rawestandin û hem jî rûniştin bê betalkirin.
Dadgeha Federal, di 15ê vê mehê de, biryara tedbîra demkî ya derbarê daxwaznameya gilînameyê ya ku bi taybetî ji bo rawestandina xebatên parlamentoyê hatiye pêşkêşkirin, betal kir; lê daxwaznameya giliyê bi xwe wek xwe maye.













