Welatiyên Amedê têkildarî civîna MGKê ya ku dê di 27ê Mijdarê de pêk were, nirxandin kirin û gotin: “Ev pêvajo du sal in didome. Êdî divê gavên şênber bên avêtin, girtiyên nexweş bên berdan û aştî pêk were.”
Li Amedê welatiyan derbarê civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya ku dê di 27ê Mijdarê de pêk were ji ajansa me re axivîn û gotin ku divê êdî ev pêvajo neyê dirêjkirin, di civînê de ji bo gavên şênber biryar werin girtin û êdî pêşketinek çêbibe. Welatiyan bertek nîşanî rewşa girtiyên nexweş jî dan û gotin; “Em dixwazin êdî gavên şênber bên avêtin, girtiyên nexweş bên berdan û aştî pêk were.”



















