* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nêzîkatiya desthilatê û helwesta muxalefetê, zextên li ser perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Rojava, rewşa Şengalê û krîza rêveberî û aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê de nirxandinên berfireh kir û wiha got: “Guhertina cihê birêz Abdullah Ocalan ku Koordînatorê Desteya Aştî û Siyasîbûnê ye pêk hat, lê ev nayê wê maneyê ku şert û mercên azad ên xebata wî pêk hatine.”
* Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt, Sultan Bozkurt ku ji bo berdana girtiyên nexweş li Enqereyê di nav çalakiya rûniştinê de cih digire diyar kir ku li gel rewşa keça wê girane jî bijîşk gotiye dermankirina wê ya li nexweşxaneyê ne mecburî ye û got: “Dema girtiyek nexweş nikaribe bi serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike, çawa ne mecbûrî ye ku li nexweşxaneyê bimîne? Gelo eger ku zarokên wan bûna dê çi bikirina?”
* Zimanxane dê di 29ê Mijdarê de kongreya xwe pêk bîne. Endamên komisyona kongreyê û rêveberên saziyê diyar kirin ku divê zimanê Kurdî li her derê were xurttkirin û divê Zimanxane ji hemû navçeyên Stenbolê re bibe mînaka herî berbiçav û gotin: “Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”
* Aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy derbarê têkoşîna TJAyê ya 10 salan de diyar kir ku dema ku têkoşîna TJAyê ya 10 salan dinêrin dibînin ku tu zext û zordarî nekariye îradeya jinan ji holê rake û got: “Ev deh sal in têkoşîna TJAyê berdewam dike û dê heta misogeriya azadiya jinan jî wê ev têkoşîn berdewam bike.”
* Yek ji avakarê Koperatîfa Serhatê Reîs Baykiz bal kişand ser cihêrengiya berhemên li Qersê tên çêkirin û got: “Her cureyek penîr xwedî taybetmendiyeke cuda ye.”
* Dayika Gulê Başak ku behsa kurê xwe Hikmet Başak ê ji bo hawara Kobanê rabû û li wê derê şehîd ketiye, anî ziman ku kurê wê zilm û zordariyê qebûl nedikir û got: “Dema şerê Kobanê dest pê kir, got ‘zilm li ser gelê me heye, ez ê biçim hawara wan’ û çû.”
* Serokê Klûba Werzîşê ya Astengdarên Laşî ya Wanê Hanefî Baykara bal kişand ser pirsgirêkên welatiyên astengdar dijîn û da zanîn ku di demsala zivistanê de astengdar di tecrîdê de ne.
* Beşdarên Lûtkeya Avhewayê ya Gelan bal kişand ser bandora mîlîtarîzmê ya li ser kêşeya avhewayê û zêdebûna talana xwezayê û destnîşan kirin ku li dijî kesên ku şerê xwezayê dikin xwedî derketina li dinyayê bi rêxistinbûna gelan pêkan e.
* TJA bi rasthatina 25ê Mijdarê dê bi tevlibûna Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi jinan re civîn li dar bixe. (12:00)
* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya nobedê ya bêdem ku li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin di roja 4emîn de bidomînin. (14:00)









