• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

Enqere / AW

19 MIJDAR 2026 - 14:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got eger tiştek were serê girtiyên nexweş berpirsiyar dewlet e. Dogan biryara cihnegirtina Yenî Partiyê ya di Komîsyona Çavderiyê de jî rexne kir. Dogan da zanîn ku divê ji bo Komîsyona Çavdêriyê heta niha bernameyek bihata diyarkirin û xwest ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Malbatên girtiyan û saziyên demokratîk ji bo berdana girtiyên nexweş û mafê tenduristiyê dest bi çalakiyê kir. Gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e nikarin bên berdan. Ji bo girtî jiyana xwe ji dest nedin ev çalakî hate destpêkirin. Ev nobet nobeteke bêdem e û her roj dê berdewam bike. Bi vê nobetê re dixwazin dengê xwe bigihînin hemû civaka Tirkiyeyê. Girtiyên nexweş ku nexweşiya penceşêrê li wan peyda bûye û bi nexweşiyên giran ketine li gorî lîsteya di destê min de ye nayên berdan. Ev girtî ne tên tedawîkirin û ne jî tên berdan. Em bi salane dibêjin divê girtiyên nexweş bên berdan û astengiyên li pêşiya tedawiyê bên rakirin. Lê tevî vê yekê jî girtî nehatin berdan û girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Em pir bi hêrs in. Li dijî girtiyan muameleya xirab tê kirin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan

‘Wê dewlet çawa hesab bide dayikan’

Ayşegul Dogan diyar kir ku berpirsên girtiyên nexweş dewlet bi xwe ye û got: “Evîn Zapsû bi nexweşiya penceşêrê ketiye û merhaleya çaremîn e, rewşa wê giran e. Newroz Bokurt ku jî nexweşa losemiyê ye û rewşa wê giran e. Dayika Newroz Bozkurt Sultan Bokurt di çalakiyê de li ber Wezareta Dadê dibêje; dewlet çawa dê hesab bide dayikan. Divê guh bidin dengê dayikan. Em ê heta dawiyê bi vê çalakiyê re di nava piştgiriyê de bin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Zextên li ser çapemenî û muxalefetê

Ayşegul Dogan bertek nîşanî erêkirina cezayê Hevşeredarê Colemergê Siddik Akiş da û wiha pê de çû: “Li dijî gelek kesan van rojên dawî operasyon pêk tên. Operasyonek li dijî partiyên Kurd pêk hat û siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Çima li dijî partiyên Kurd ev operasyon pêk hat? Çima mafê partiyên Kurd ên xwe rêxistinkirinê rastî operasyonan tê? Her wiha li dijî çapemeniyê polîtikayên sansur û qeyiman berdewam dike. Malperên ajansan hê tên girtin. Her wiha li dijî parêzerên endamên ÇHDê operasyon pêk hat. Ev pêla binçavkirin, girtin û sansûrê li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê asteng e. Hê jî zextên li dijî zimanê Kurdî berdewam dike. Heke ev pêkanîn berdewam bikin bi awayekî mafdar gel dê ji me bipirse hûn vê pêvajoyê çawa pênase dikin? Her wiha qedexeyên siyasetê li dijî siyasetmedaran berdewam dike. Em li dijî van qedexeyan in û qebûl nakin.”

‘Divê heta niha taqwîmek bihata diyarkirin’

Ayşegul Dogan derbarê daxuyaniya Serokê Meclise Numan Kurtulmuş a derbarê Komîsyona Çavderiyê de jî wiha axivî: “Hê jî bernameyek diyar tune ye. Hê jî dibêje di demekê herî nêz de. Em jî li vir bang dikin ku divê êdî taqwîmek bê diyarkirin. Divê heta niha taqwîmek bihata diyarkirin. Numan Kurtulmuş dibêje divê ev pêvajo nebe ranta tu partiyên siyasî. Em jî tev li vê gotinê dibin. Dibêje ev Komîsyon dê li ser navê gel çavderiyê bike lê derengxistina vê ne li gorî pêvajoyê ye. Ji bo me temsîliyeta partiyên siyasî di vê komîsyonê de pir girîng e. Dûh daxuyaniya Serokê Giştî yê Yenî Partiyê mixabin xetereya lawazkirina zemîna demokrasiyê bi xwe re tîne. Helbet demokratîkbûyîn pir girîng e lê divê ev nebe dijberiya pêvajoyê. Ev yek ne piştgiriya aştiyê dike û ne jî demokrasiyê tîne welat.”

‘Hewce ye Yenî Partî li ser biryara xwe bifikire’

Ayşegul Dogan biryara cihnegirtina Yenî Partiyê ya di Komîsyona Çavdêriya Meclisê de jî rexne kir û wiha got: “Rexne divê hebin em jî rexne dikin lê em tenê bi rexneyan re sînorkirî namînin û têkoşînê xurt dikin. Zextên em pê re rû bi rû man, niha jî li dijî Yenî Partiyê tê kirin. Hê jî gelek hevalên me di girtîgehê de ne. Lê li dijî van zextan em bêtir werin cem hev. Ji bo dawîanîna vî şerî 50 salî divê hemû kes taybet jî muxalefet di masayê de hebe. Heke muxalefet di nav de nebe tê wê wateyê ku gotineke wê li ser vê pirsgirêka mezin tine ye. Ji bo wê jî divê Yenî Partî carek din li ser biryara xwe bifikire.”

‘Divê demildest Deste dest bi kar bike’

Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê Desteya Aştî û Siyasetbûnê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan koordînatoriya wê bike de jî anî ziman ku hê ne diyar e çend endam dê têde cih bigirin û got: “Siyasetmedar û beşên cuda yên civakê jî li bendê ne, di vê Lijneyê de cih bigirin. Divê ev Lijne jî demildest dest bi kar û xebatan bike.”

 

Etîket: Ayşegul DoganBerdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ayşegul Dogan: Em li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em li benda geşedanên nû ne

5 MIJDAR 2026
Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

22 COTMEH 2026
Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

22 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire

Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne