Wan – Dayika Aştiyê Kadriye Gezîcî a ji warê xwe dur ketiye, bira û lawekî xwe jî di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, behsa têkoşîna xwe û şehîdên xwe kir û got: “Ez hêza tekoşînê ji şehîdên xwe digirim.”
Li Kurdistanê ev 50 sal in têkoşîna azadiyê bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Di vê têkoşînê de gelek bedelên giran hatin dayîn û niha ev têkoşîn bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” derbasî konaxeke din bû. Di têkoşîna bi salan e didome de Dayikên Aştiyê bi berpirsyarî û bandoreke mezin rabûn û têkoşîna aştî û azadiyê de cîh girtin.
Dayîka Aştiyê Kadriye Gezîcî jî yek wan dayikan e ku hem birayê xwe Adil Gezîcî (Çiya Serhed) û hem jî lawê xwe Wetan Gezîcî (Êrîş Garzan) di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, lawê wê Sîdar Gezîcî (Çiya Koçer) jî hêj di nava refên Tevgera Azadiyê de ye.

‘Dewletê wê demê jî zextên xwe li ser me kêm ne dikir’
Kadriye Gezîcî diyar kir ew di salên 90î de ji gûndê xwe hatine derxistin û ji ber vê yekê jiyana wan gelek dijwar derbas bûye. Kadriye Gezîcî bi bîr xist ku di nava civakê de gelek heqaret dîtiye, bi zehmetiyên mezin re rubiru maye û wiha got: “Li gel van zehmetiyan, zilma dewletê ya li ser me jî zêde bû. 36 sal berî niha, em li gundê xwe xwediyê sewal û xanî bûn, piştre dewletê gundê me şewitand û em neçar man û ji aliyê dewletê ve ji gund hatin derxistin. Wê demê lawê min ê şehîd Wetan nû hatibû dinyayê. Piştî em ji gund derxistin, gundiyên me koçber bûne cihên cûda. Piştre me Tevgera Azadiyê nas kir, zarokên me jî bi rêya me partî nas kirin. Dewletê wê demê jî zextên xwe li ser me kêm nedikir.”
‘Adil hêj di 8 saliya xwe de tevger nas kir’
Kadriye Gezîcî da zanîn ku dewletê du salan pêşiya derxistina wan a ji gund, mala bavê wê ji gund derxistiye û wiha behsa wan rojan kir: “Birayê min yê şehîd bûye dema ji gund derket 8 salî bû. Em 2 xwîşk û 9 bira bûn. Birayê min ê herî biçûk Adil bû, hê di 8 saliya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir. Adil li Wanê jî xebatên partiyê meşandin û di 19 saliya xwe de li Stenbolê tev li tevgerê bû. 7 salan di nav tevgerê de cîh girt û piştre di sala 2008an de li Dîgorê şehîd ket.”
‘Çavên dayikan li aştiyê ye’
Di berdewamiya axaftina xwe de Kadriye Gezîcî destnîşan kir ku jiyana Kurdan ewqas xedar e ku pirtûk têrî nakin ji bo nivîsandin e û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Êşa me û berdelên me dane gelek in. Dilê her dayikeke me şewitî ye, lê dîsa çavê me dayikan li aştiyê ye. Doza me dayikan ne ji bo berjewendiyan e, doza me aştî, azadî, ziman û nasnameya me ye. Birayê min û lawê min ji bo ziman û nasnameya xwe biryara berxwedanê dan. Gelê me jî doza ziman û serokê xwe dike. Daxwaza şehîdên me çi be daxwazên me jî ew in.”
‘Dilê min nagire ji wê dûr bijîm
Kadriye Gezîcî behsa bandorbûna ji tevgerê ya lawên xwe jî kir û anî ziman ku lawê wê Şehîd Wetan, hê ji zaroktiya xwe, tiştên li derdora wî diqewimin çavdêrî dikir û bandor dibû. Kadriye Gezîcî destnîşan kir ku daxwaza Wetan her azadî bû û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Digot em jî azad bibin. Mezin bû û çû zanîngehê. Wê demê min xwesteka wî ya tevlibûnê hîs kir. Her tim li gel ciwanan bû û di rêxistinê de cîh digirt. Di got ‘ez çi bikim ez bi fikra xwe dikim û bi dilê xwe dikim.’ Birayê wî yê ji wî biçûktir Sîdar, di 16 saliya xwe de tev li refan bû û bandorekî mezin li ser birayê xwe kir. Digot ez ê tev li refan bibûma lê birayê min ê biçûk li pêşiya min tev li bû. Piştî birayê xwe digot ‘ez nikarim li vê derê bisekinim, ez ê jî pey wî biçim û dilê min nagire ji wî dûr bibim û bijîm’. Şerê Kobanê destpêkiribû û wê demê guhê min li ser wî bû wek şivanê pez. Piştî agahiya birîndarbûna birayê xwe girt, ew jî ne sekinî û tev li refan bû.”
‘Wetan bandoreke mezin li ser min kir’
Di berfirehiya axaftina xwe de Kadriye Gezîcî da zanîn ku êşa dilê wê piştî Wetan bûn du êş û wiha pê de çû: “Min di dilê xwe de gelekî xeyala wan kir. Dema şerê cewherî destpêkir ji me re telefon hat û gotin Wetan li Stenbolê hatiye girtin. Ez û bavê wî em rabûn çûne li Stenbolê, ne me dikarî Tirkî biaxivin û ne jî nivîsa me hebû. Em 3 hefsan geriyan lê me ew nedît, dawiyê me di hefsekê de Wetan dît. 9 mehan ma li hefsê, piştî 9 mehan hate berdan. Piştî hate berdan min jê hevî dikir ku me nehêle neçe û min jê re digot hewcedariya me bi te heye. Lê wî ji min re digot dayê tu min girê bidî jî ez nikarim ji hevalên xwe dûr bimînim. Nava 8 zarokên min de cîhê wî cûda bû ji bo min, ji ber wê yekê ez gelekî bin bandora wî de mam. Gelekî bêtirs bû û wî bandorekî mezin li ser min jî kir. Di 2021an de şevekê min dît ku li gundê Oranis bombebaran heye û li wê derê hestek giran kete li ser dilê min û min hîs kir ku Wetan şehîd ketiye. Bavê wî wê şevê şehadeta Wetan ji min veşart lê min dizanî. Me cenazê xwe ji wir girt û li Bêdlîsê spart axê.”
‘Biranînên me hê jî di dilê min de zindî ne’
Kadriye Gezîcî bi lêv kir ku li gel Wetan, birayê wê Adil jî bandoreke mezin li ser wê ava kiriye û bi bîr xist ku ji ber vê yekê çavên wê tarî bûne. Kadriye Gezîcî da zanîn ku piştî ew çûye li ser goristana birayê xwe sozek daye û bi domdarî wiha got: “Min wê rojê got, ez şînê nagirim, ew dilê min de zindî ye û ez ê dilê xwe de bidim jiyankirin. Bîranînên me hê jî di dilê min de zindî ne. Ez, hêza tekoşînê ji şehîdên xwe digirim. Di her qada jiyanê de ew li gel min in. Piştî wan min di nav Dayikên Aştiyê de cîhê xwe girt û min nedikarî xwe di mal de bigirim. Îro li hemberî hinek dayikan em şerm dikin bêjin şehîdên me hene, ew qas berdelên giran dane hinek malbatan. Gelek kes hem ji zarokên xwe bûne hem jî ma ne bêwar û bêmal.”
‘Em azad bin gelê Tirk jî wê azad bibe’
Di dawiya axaftina xwe de Kadriye Gezîcî anî ziman ku Dayîkên Kurd gelek berdêlên giran dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dayikên Kurd, gelek êş kişandin. Ew berdelên hatine dayîn, nebûna em ne di vê astê de bûn. Em dayik aştiyê dixwazin, azadiya Rêberê Gelê Kurd û girtiyên azadiyê dixwazin. Dema em azad bûn wê gelê Tirk jî azad bibe. Bila hemû dayik destên xwe bidine destên me û aştiyê pêk bînin. Ger ku aştî pêk bê, tu dayik êş nakşînin. Bahçelî derket got bila Serokê Tevgerê azad be, lê hê jî me tu gavên wan nedîtiye. Bila sozên xwe bînin cih û gavan bavêjin, deriyê girtîgehan vekin. Çûyîna me ya li Enqereyê jî ji bo aştiyeke birûmet bû, bila ew jî destên xwe têxin bin kevir û gavan bavêjin û bila êdî rondikên dayikan nerijin.”












