Xwediyê Weşanxaneya Belkî nivîskar Rênas Jiyan ragihand ku vê şeveqê polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girtiye û lêgerîn pêk anîne.
Weşanxaneya Belkî ku li Amedê xebatê xwe dike, vê şeveqê bi serdegirtina polîsan re rû bi rû ma. Polîsan serê sibehê avêtiye ser cihê Belkiyê û lêgerîn û lêpirsîn kirine û derketine.
Xwediyê Weşanxaneya Belkiyê nivîskar Rênas Jiyan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku polîsan bi ser weşanxaneya wan de girtiye.
Rênas Jiyan di parvekirina xwe de ev yek anî ziman: “Vêsê, saet di 8an de polîsan bi ser weşanxaneya me Belkî de girt. Lêgerîn û lêpirsîn kirin û çûn. Ev çawa pêvajo ye, çawa lihevhatin e?! Pêvajo vala ye. Zextkarî û zordarî ne çareserî ye, mafnasî û dad û azadî çareserî ye. Em ê ti carî dev ji ziman û welatê xwe bernedin.”













