Enqere – Muhîttîn Altin ê ku piştî 32 salan ji girtîgehê hate berdan diyar kir ku girtiyên nexweşiya wan giran in mafê wan ê tedawiyê tê binpêkirin û got: “Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin, gelo çima? Ji ber ku hiqûqeke hebûna van hevalan qebûl bike tune ye. Divê di vî warî de sererastkirinek bibe. Heke sererastkirinek nebe dê çawa çareserî pêk were?”
Muhîttîn Altin ku di sala 1993an de li Çewligê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve cezayê muhebetê lê hate birîn, piştî 32 salan di 11ê Nîsana 2025an de ji Girtîgeha Konyayê hate berdan. Muhîttîn Altin piştî ji girtîgehê derket jî li dervê xebatên xwe yên ser zimanê Kurdî û siyaseta demokratîk didomîne. Muhîttîn Altin ku tev li panela, “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve li Enqereyê hate li daxistin bû, di panelê de li ser rewşa girtîgehan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Muhîttîn Altin derbarê şert û mercên girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Welat re axivî.
Muhîttîn Altin bi lêv kir ku ew di girtîgehan de bi gelek zext û zordariyan re rû bi rû mane û wiha got: “Qedexe, sirgûn û îşkence hebû û didome. Lê li dijî van sepanan her tim berxwedan jî hebû. Me li ser esasê parastina îradeya xwe, parastina kesayeta xwe li ber xwe da. Gelek hevalên me di pêvajoya berxwedanê de li ber xwe dan. Mîrateya wan ji bo me mîrateyeke mezin e û keda wan ji bîr nakin. Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de zindan jî cihek taybet digirin. Li wir jî dîrokek hatiyê afirandin. Min jî salên dirêj şahidiya vê yekê kir.”

‘Amed ewqas mezin bûye ku meriv nas nake…’
Muhîttîn Altin derbarê piştî 32 salan derketina dervê de jî anî ziman ku li derve guherîneke mezin dîtiye û axaftina xwe wiha domand: “Bajar pir mezin bûne. Amed ewqas mezin bûye ku meriv nas nake. Jiyan êdî ketiye nava telefonan. Ev ji bo min pir balkêş bû. Mirov zêdetir ketine pey xema debara xwe. Civakîbûn kêm bûye. Lê li dijî pergala kapîtalîzmê û dejenerêbûna nirxên civakî berxwedanek jî heye. Ew jî ji bo min bû hêzek û morelek. Dema ez nû derketim dervê her tişt ji min re xerîb dihat.”
‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’
Muhîttîn Altin di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan û wiha axivî: “Rewşa hevalên nexweş ji bo me hemûyan metirsiyeke. Gelek hevalên me bi pirsgirêkên cur bi cur ên nexweşiyê re rû bi rû ne. Rewşa hin hevalan jî pir giran e û nayên tedawîkirin. Li girtîgehê her tim girtî nikarin biçin cem bijîşkan. Di girtîgehê de dema nexeşiyek li girtiyek peyda dibe ew nexweşî her tim mezin dibe. Nexweşiyên bi tedawiyeke pir hêsan dikare bê başkirin jî giran dibe û kronîk dibe. Ne tenê nexweşiyên fîzîkî yên derûniyê jî li mirovan peyda dibin. Heval ji ber wan nexweşiyan gelek zahmetiyan dikişînin. Ji bo girtiyên nexweş bikaribin tedawî bibin divê bên berdan.”
‘Tevî pêvajoyê heye jî girtiyên nexweş nayên berdan’
Muhîttîn Altin destnîşan kir ku divê li gorî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hiqûqa girtiyan bê nasîn û wiha pê de çû: “Ev pêvajo di heman demê de pêvajoya normalîzasyonê ye. Di vê çarçoveyê de berî her tiştî divê hevalên nexweş bên berdan. Lê em dibînin ku desthilat û saziyên dewletê naxwazin hevalên nexweş bigihîjin mafên xwe yên tedawiyê jî. Her wiha hevalên me nayên berdan. Bi hincetên cur bi cur berdana hevalan tê dirêjkirin. Ji ber çi tevî pêvajoyê jî ew sepan hê li dijî girtiyan tê ferzkirin? Ji ber ku hiqûqeke hebûna van hevalan qebûl bike tune ye. Hê naxwazin wan weke wan qebûl bikin. Dixwazin tiştek din wan ferz bikin. Hevalên me jî rûmeta xwe diparêzin û van tiştan qebûl nakin. Lê ew pêvajo di heman demê de pêvajoya rûmeteyê; Îade kirina rûmeteyê lê ne şikandina rûmeteyê. Divê di vî alî de sererastkirinek bibe. Heke sererastkirinek nebe dê çawa çareserî pêk were?”
‘Girtiyên siyasî di şert û mercên dijwar de ragirtî ne’
Muhîttîn Altin di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tecrîdeke pir giran li ser girtiyên siyasî heye û ev yek anîn ziman: “Hevalên me di şertên dijwar de ragirtîne. Hemû deriyên hêviyê ji bo wan hatiye girtin. Mafê hêviyê jî ji bo hevalên me nayê nasîn. Lê tevî vê yekê jî hevalên me sekn û helwesta xwe diparêzin. Divê ji bo wan hevalan têkoşîn were bilindkirin. Ev yek li ser hêzên demokrasiyê peywîreke. Gelek tişt dikevin ser milê saziyên demokratîk. Saziyên demokratîk helbet her tim li cem girtiyan in û ditêkoşin. Hewcehî bi bilindkirina têkoşînê û hevparkirina têkoşînê heye. Divê derdorên cuda jî tev li vê têkoşînê bibe.”












