Qers – Nejdet Salturk ku aşvaniyê dike destnîşan kir ku gundên derdorê hê jî wekî berê genimên xwe tînin û li aşê wan dikin arvan.
Aş di dîroka gelên bi çandiniyê re mijûl dibin de cihekî girîng digire. Li vir genimên xwe dihêrin û dikin arvan. Li gorî demê aş jî guherîne û xwe nû kirine. Berê aş bi avê dihatin xebitandin, lê niha bi ceyranê dixebitin. Pergela Valsê jî ji vê pergelê ye ku hemû pêvajoya hêrandina genim û çêkirina arvan bi xwe dike. Genim di cihekî de dikeve van makîneyan û heta dibe arvan di nav vê pergelê de tê hêrandin. Li Bajarokê Bazarcixê ya bi ser navçeya Dîgora Qersê ve jî gundî hê jî genimên xwe li aşan dikin arvan.
Nejdet Saltur ê ji bav û kalan ve li Bazarcixê karê aşvaniyê dike behsa çêkirina arvan û kar û barê xwe kir.
‘Em vî karî tenê payîzan dikin’
Nejdet Salturk ê ji zarokatiya xwe vir ve karê aşvaniyê dike, destnîşan kir ku aşvanî karekî demsalî ye û her wiha da zanîn ku gundî payîzê genimên xwe tînin dikin arvan. Nejdet Salturk diyar kir ku ew li cem bavê xwe hînî aşvaniyê bûye û wiha got: “Bavê min jî 50 salan zêdetir ev aş bi kar anî. Mirovekî pir kedkar bû. Em bi malbatî ji berê ve vî karî dikin. Aşvanî karekî demsalî ye, di meha 8an de dest pê dike heta meha 12an didome. Dema berf dibare êdî karê me jî diqede. Di serî de em genimên wan dişon, piştre dihêrin û dikin arvan. Ji aliyê Dîgorê bigre heta Qersê welatî tenê li vir û genimên xwe dihêrin û dikin arvan. Di salê de bi qasî hezar ton arvan ji aşê me derdikeve.”
‘Aşanvanî jî li gor demê guherî’
Nejdet Salturk anî ziman ku li gor demê aşvanî jî guheriye, ew niha makîneyên nû bikar tînin ku hemû pêvajoya çêkirina arvan makîne bi rê ve dibe.
Nejdet Salturk destnîşan kir ku li Bazarcixê zêdetir genimê sor heye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Vê derê piranî genimê sor heye. Gelemperî ji aliyê Digorê genimê spî tê. Genimê sor bi qasî 3 seatan di nav avê de didin rawestandin, lê genimê spî 2 seat dimîne. Ev karê me ye, em ji karê xwe hez dikin. Berê ev makîneyên aşê bi traktoran dixebîti piştre bû ceyran. Li gor demê pergela aş jî guherî. Niha jî pergela Valsê heye. Genim dikeve nav makineyê heta dibe arvan hemû pêvajoyê makîne dike. Car car jî bûyerên komîk jî tên serê me. Arvan an jî genimên kesên cuda tev li hevdû dibin. Hin kes hene dibejîn ji me re arvanên bi kapek çêbike. Lê makîne çi derxe ew e.”

















