Mûzaffer Gurcey ku li bajaroka Bazarcixê 35 sal in hesinkariyê dike, ev karê li cem bavê xwe hîn bûye. Mûzaffer Gurcey hemû hewcedariya bajarok û gundên nêz ên tamîr û çêkirina amûran bi tena serê xwe pêk tîne.
Mûzaffer Gurcey ku ev 35 sal in li bajaroka Bazarcixê ya Qersê karê hesinkariyê dike, ev kar li ber destê bavê xwe hin bûye û bavê wî jî di dibistana hûnere ya li navenda Qersê ye, hin bûye. Li Bazarcixê û gundên derdora wê çiqas hewcedariya şêniyan ji bo temîran hebin tên cem Mûzaffer Gurcey. Gelemperî jî dema amûrên çandiniyê dişkên an jî naxwebitin tînin li cem wî û didin çêkirin. Dîsa derî û paceyan ji bo gundiyan çêdike û bi vî karî debara mala xwe dike.
Mûzaffer Gurcey ji bo ajansa me behsa karê xwe kir.
Makîneyên nûjen karê wan sivik kiriye

Mûzaffer Gurcey ku behsa zehmetiya karê xwe kir, destnîşan kir ku berê karê wî zihmettir bûye lê piştî derketina amûrên nû yên tamîrê û pêşketina teknolojiyê karê wî hesantir bûye. Mûzaffer Gurcey da zanîn ku wî ev kar ji bavê xwe girtiye û wiha got: “Ev 35 sal in ez li vir vî karî dikim. Jiyana min bi vî awayî darbas bû. Tamîra amûrên çandiniyê dikim, kotanê motoran, meqes û derî çêdikim. Heta meha mijdarê karê me wiha didome. Li vir her amûrekî taybetiyeke xwe heye. Em li gor hewcedariyê makineyên cuda cuda dixebitînin. Berê ev makîne tunebûn, karê me zehmettir bû. Berê hesinkarî zor bû, me bi çakûçan dikuta ku teşe bidin hesin. Niha bûye bişkovk, pê lê van pişkovkan dikî û her tiştî dikin.”
Welatiyên bajarok û gundên derdorê hemû tên cem wî
Mûzaffer Gurcey anî ziman ku derdora Bazarcixê jî çi hewcedariya gel ji aliyê tamîrê ve hebe tên cem wî û wiha got: “Hemû jiyana min li vir derbasbû, ji tu cihekî ve neçûme. Bi vî karî min zarokên xwe xwedî kir û debara mala xwe kir. Zarokên min hemû mezin bûn. Ji vî karî hez dikim, dema neyêm dikana xwe hedûriya min nayê. Bagkura (sigorta) xwe jî min bi xwe çêkir û ez teqawît jî bûm. Ji derdor tên û çi hewcedariya wan hebe em alikar dibin. Bavê min ev kar li dibistana hûnerê hinbûye û ez jî li cem wî hîn bûm. Niha jî gelek malbat zarokên xwe dişînin ji bo ku perwerdehiya karên bi rengî bibînin.”











