Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku şeva borî li başûrê Tengava Hurmizê du keştiyên neftê bi mayînên deryayî ketin û şewitîn.
Artêşa Pasdaran a Îranê diyar kir şeva borî du keştiyên neftê dema ku dixwestin li başûrê Tengava Hurmizê re derbas bibin, xwe li mayînên deryayî dane û teqiyane.
Hat gotin ku di nava her du keştiyan de zêdetirî 4 milyon bermîl neft heye û agir pêketiye.
Her wiha hatiye diyarkirin ku dema keştiyek rakêşanê ji bo alîkariyê xwestiye nêzî keştiya yekem bibe, ew jî bi mayînekê ketiye, teqiyaye û agir pê ketiye.
Artêşa Pasdaran hişyarî da ku her keştiyek dema sîstema xwe ya deryavanî li Tengava Hurmizê bigire û bixwaze bi hemahengiya artêşa Amerîkayê tengavê derbas bike, wê rûbirûyê heman çarenûsê bibe.













