TUHAY-DERa Rihayê li dijî binpêkirinên mafan û rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da. Daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan û got: “Nehiştina girtiyekî ku di ber mirinê de ye jî bixwe êrîşeke li ser pêvajoyê ye.”
Nûneratiya Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ta Rihayê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Edliyeya Rihayê hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
Beriya daxuyaniyê, ji aliyê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCK) ve pankarta bi nivîsa “Bi hêviya berxwedana ku di zindanan de deng veda, em ê jiyana azad ava bikin” hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Hevberdevka Nûneratiya TUHAY-DERê Ayla Ozdemir Barlin di daxuyaniyê de axivî û got:
“Divê girtîgeh nebin cihê bêtedawîbûnê û mirinê. Vê windahiya bi êş careke din nîşanî me da ku divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan û mafê wan ê jiyanê bê misogerkirin. Divê dawî li van şêwazên derqanûnî yên li dijî girtiyên nexweş bê anîn; astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşiya berdanê bên rakirin. Armanca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku înkara sed salî bi dawî bibe û biratiya dîrokî xurt bibe. Nehiştina girtiyekî ku di ber mirinê de ye jî bixwe êrîşeke aşkere ya hem li ser pêvajoyê û hem jî li ser hiqûqa biratiyê ye.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.















