Konferansa 31emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Guhertina Avhewayê (COP31) di navbera 9 û 20ê Mijdarê de li Antalyayê, bi mêvandariya Tirkiyeyê û hevserokatiya Awistralyayê tê lidarxistin. Lê polîtîkayên welatên beşdar di warê enerjî û çavkaniyên xwezayî de, nakokiya di navbera sozên parastina avhewayê û berdewamkirina hilberîna sotemeniyên fosîl radixe li ber çavan.
Li gorî rapora UNEP a sala 2025an, heke polîtîkayên heyî bidomin, germahiya cîhanê heta dawiya sedsalê dikare 2,8 derece zêde bibe. Heke armancên heyî yên welatan pêk bên jî, ev zêdebûn dê di navbera 2,3 û 2,5 dereceyan de be.
Tirkiye: Warê kanên komir û madenan
Tirkiye ji bo sala 2053an armanca emîsyonên sifir ragihandiye û di sala 2025an de Qanûna Avhewayê pejirandiye. Lê ji bo terikandina hilberîna komirê dîrokek diyar nekiriye. Li gorî daneyên IEAyê, li Tirkiyeyê di sala 2024an de ji bo hilberîna ceyranê ji sê paran yek komir hatiye bikaranîn. Li Akbelenê ji bo parastina daristan, zeviyên çandiniyê, li Gimgimê ji ber projeya GESê, têkoşîn didome. Gelek herêm di bin ava bendavan hatin hiştin. Halê hazir hin herêm û gelek zozan hêj jî qedexe ne. Çem tên hetikandin, hewa tê qirêjkirin û sozên ji bo parastina van tên dayîn tu caran nayên pêkanîn.
Avustralya: Firoşkarê sotemeniyên fosîl
Hikûmeta Awistralyayê heta sala 2035an armanca kêmkirina emîsyonan ji sedî 62 heta 70an diyar kiriye. Lê berdewamkirina firotina komir û gazê ya zêde nakokiyê çêdike. Şîrketên Woodside û Santos di projeyên petrol û gazê de dixebitin û çalakiyên wan xetereyan ji bo ekosîstemên deryayê jî çêdikin.
Amazon û şîrketên mezin
Brezîlya di bin serokatiya Luiz Inácio Lula da Silva de birîna daristanên Amazonê kêm kiriye. Li gorî rapora Servîsa Lêkolînên Kongreya Dewletên Yekbûyî, di navbera 2022 û 2025an de birîna daristanan ji sedî 51 kêm bûye. Lê projeyên nû yên lêgerîna petrolê û çalakiyên Petrobrasê nakokiyê derbarê armanca parastina Amazonê nakokiyan çêdike.
Li gorî daneyên Carbon Majorsê yên sala 2024an, 166 hilberînerên petrol, gaz, komir û çîmentoyê bi 34,7 milyar ton emîsyonên gazên germker re girêdayî ne. Tenê 32 şîrket ji nîvê zêdetir ê emîsyonên fosîl û çîmentoyê yên cîhanê pêk tînin. Şîrketa Aramco ya Siûdî, Coal ya Hindîstanê û CHN Energy di nav şîrketên ku herî zêde emîsyonên wan hatine tomarkirin de ne.
Bandora şîrketan a li ser avhewayê
Li gorî WMO, ji salên 2015 heta 2025an di nava salên herî germ ên ku heta niha hatine qeydkirin de cih girtin. IPCC jî diyar dike nêzîkatiyên li dijî xwezayê û polîtîkayên tên meşandin pêlên germahiyê zêdetir dikin, rê li ber baranên zêde dikin ku dibin sedema lêhiyê û ev yek jî dike ku gelek herêm ziwa dibin, çavkaniyên avê kêm dibin.
Şewitandin û hilberîna sotemeniyên fosîl, polîtîkayan şaş ên li dijî xweza û avhewayê di germbûna cîhanê de roleke bingehîn dilîzin. Ev rewş dibe sedema zêdebûna şewatên daristanan, lehî, hişkbûn zêde dibin, qadên çandinî, daristan û avê kêm dibin û jiyan tevî mirovan ji bo hemû zindiyan hêj dijwartir û zehmet dibe. Rewşa heyî nîşan dide ku ya ku li ser gotinên li COP31ê bandorê bike û biryaran bide pêkanîn dê hêza gel û rexnegiran e.













