• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Baroya Rihayê: Divê rêveberiya Galatasarayê lêborînê bixwaze

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berhem Letîf: Hişmendiya PDKê ya serdestiyê li pêşiya her tiştî dibe asteng

Bazîd Evren / AW

8 MIJDAR 2026 - 09:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan-Rojnameger Berhem Letîf vekişîna YNKê ya ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxand û diyar kir ku YNK bi bloka Mesûd-Mesrûr Barzanî re li hev nake û got: “PDK dixwaze li çar aliyan serwer be, ev bû sedem ku YNK ji hikûmetê vekişe. Di serdemek ku nakokiyên di navbera PDK û YNKê de hebin, pêkanîna yekîtiyeke neteweyî ya Kurd jî zehmet dibe. Ev nakokî dibe ku statuya Başûr hilweşîne.”

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî di 5ê Mijdarê de ragihand ku ew ji hikûmeta Kurdistanê vedikişin. Bafil Talabanî anî ziman ku PDK zextê dike, lewma hikûmet têk çûye û ji ber vê yekê biryara wan ew e ku ji hikûmetê vekişin. Ev biryar û rewşa metirsîdar li ser statuya Başûrê Kurdistanê jî xetereyeke mezin çêdike û yekîtiya neteweyî ku gelê Kurd bi salan e li bendê ye, asteng dike.

Rojnameger Berhem Letîf ku li Başûrê Kurdistanê bi salane rojnamegeriyê dike, li ser rabirdûya vê biryarê û encamên wê yên siberojê ji bo Ajansa Welat nirxand.

Berhem Letîf di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev vekîşîna YNKê ne ji nişke ve bû. Berhem Letîf destnîşan kir ku ev zêdetirî du sal in nakokiya di navbera PDK û YNKê de a ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Başûrê Kurdistanê berdewam dikir. Berhem Letîf da zanîn ku ji hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya di meha 10an a sala 2024an de heta niha PDK û YNK danûstandinan dikin lê negihiştin encamekê. Berhem Letîf wiha got: “Di dawiyê de PDKê tenê serê xwe civîna parlamentoya Başûr li dar xist. Hin parlamenterên ji YNKê, Tevgera Nifşê Nû, ji Tevgera Helwest bi bertîl û zext wan birin parlamentoyê û piraniya parlamentoyê çêkir û civîna parlamentoyê bê YNKê li dar xist. Vê yekê hêrseke pir mezin di nav YNKê de çêkir. YNK jî biryareke wisa da. Jixwe YNKê di sala 2022yan û 2023yan de jî nêzî salekî hikûmet boykot kiribû.”

‘Ji nişka ve rû neda’

Berhem Letîf bi lêv kir ku YNK bi bloka Mesûd Barzanî-Mesrûr Barzanî re li hev nake û ev vekişîn jî tê wateya ku êdî lihevkirina wan zehmet bûye. Berhem Letîf diyar kir ku nakokiyên li ser avakirina hikûmetê, civîna parlamentoyê û hwd. bûye sedema vê biryarê û wiha pê de çû: “Ev jî hîn destpêk e, danûstandin didomin û bi taybetî hêzên derve jî mudaxile kirine ku dixwazin wan li hev bînin. Lewma ev vekişîna wisa di vê demê de ji nişke ve rû neda.”

Bandora biryarê ya li ser statuya Başûr

Berhem Letîf bal kişand ser xetereya li ser statuya Başûrê Kurdistanê û da zanîn ku ev biryar li ser statuya Başûrê Kurdistanê bêguman bandor dike. Berhem Letîf bi bîr xist ku ji sala 1996an heta 2005an jî li Başûrê Kurdistanê du hikûmet, du parlamento hebûn û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Hikûmeta Silêmaniyê cuda, hikûmeta Hewlêrê cuda hebû. Vê carê wê dîsa ev tecrûbe dubare bibe, ji bo Başûr di eslê xwe de ev yek tecrûbeyeke nû nîn e. Bêguman li ser statuya Başûr bandor dike û bûye du parçe. Di pratîkê de ji sala 1996an heta niha ev du perçeyî heye. Lê belê wisa bi şiklekî fermî nehatiye gotin. Ji ber vê bêguman ev dabeşbûn lawaziya statuya Başûrê Kurdistanê bi xwe re tîne, bi taybetî jî li Iraqê. Berê li Başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê dihate kirin, behsa cudabûna ji Iraqê dihate kirin, lê niha Başûrê Kurdistanê di hundirê xwe de dabeş bûye, Başûrê Kurdistanê di hundirê xwe de bûye du perçeyên cuda. Bi vî şiklî Herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo mafên xwe yên qanûnî û destûrî, aborî, ewlehî û enerjî nikare danûstandineke xurt bi navenda Iraqê yan jî bi Bexdayê re bike. Plan hene ku statuya Başûrê Kurdistanê were rakirin, dibe ku ev yek zemîneke zêdetir çêke ji bo ku Başûrê Kurdistanê hilweşînin.”

‘PDK astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiyê ye’

Berhem Letîf pirsa “Heke du hêzên siyasî ser û binê wan ji hev cuda bin gelo wê yekîtiya neteweyî çawa bê avakirin” kir û ev yek anî ziman: “Kurd dibêjin her yek ji awazekî dixwîne, çawa dikarin yekîtiyê bi hev re çêbikin? Çêkirina yekîtiya neteweyî li Başûrê Kurdistanê tişta herî zehmet e. Bi taybetî jî ev du hêzên esasî PDK û YNK nakokiya wan gihîştiye astekî ku nikarin li ser meseleyên navxweyî li hev bikin, wê çawa ji bo tevahiya Kurdan bikaribin yekîtiyeke neteweyî ya berfireh çêbikin? Bi teybetî ez dikarim bêjim PDK astengiya mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî ye. PDK bi PKKê re pirsgirêkên wê hebû, bi YNKê re pirsgirêkên wê hene, bi Rojava re pirsgirêkên wê hene, bi PJAKê re pirsgirêkên wê hene, bi gelek hêzên Başûrê Kurdistanê re jî dîsa pirsgirêkên wê dewam dikin. Gelo bi vî şiklî yekîtiyeke neteweyî wê çawa were çêkirin? Bi PDKê re yekîtiya neteweyî gelek zehmet e. Ji ber ku ev hêz bi rastî jî ne li gorî daxwaz û hestên Kurdewarî tevdigere, ne li gor berjewendiyên gelê Kurd tevdigere, ne li gor berjewendiyên Kurdistanî tevdigere, ev hêz tam li gorî berjewendiyên xwe û malbatî tevdigere.”

‘Çima banga Ocalan pêk naynin?’

Berhem Letîf banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo yekîtiya neteweyî berê birêz Ocalan pêşniyaz kir û heta niha jî pêşniyaz dike bila Mesûd Barzanî bibe serokê Kongreya Neteweyî. Gelo çima vê yekê pêk naynin? Ji ber ku ne li gor berjewendiya wan e, ew dixwazin yekîtiyeke neteweyî li gorî xwe çêbikin, lê tişteke wisa nîn e. Li Rojava dixwaze ew serdest be, li Başûr dixwaze serdest be, li Bakur serdest be, li Rojhilat serdest be. Lewma ev meseleya vekişîna ji hikûmetê hebe jî nebe jî zehmet e li gel PDKê yekîtiyeke neteweyî bê çêkirin.”

Etîket: Başurê KurdistanêBerhem LetîfYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila aliyên Başûr pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila aliyên Başûr pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin

8 MIJDAR 2026
Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

7 MIJDAR 2026
Metirsiya perçebûnê: PDK erkê, YNKê hevpariyê dixwaze

Metirsiya perçebûnê: PDK erkê, YNKê hevpariyê dixwaze

7 MIJDAR 2026
Îranê bi mûşekan êrişê Herêma Kurdistanê kir

Îranê bi mûşekan êrişê Herêma Kurdistanê kir

21 COTMEH 2026
Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

‘Xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye’

15 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne