Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş ê ku di girtîgeha Hejmara 2an a Osmaniyê tê ragirtin, di dema vegera ji nexweşxaneyê de rastî “lêgerîna tazî” hat û dema li dijî vê sepana nehiqûqî derdikeve rastî tundiya fizîkî ya gardiyanan hat.
Emîn Çetîntaş îro bi rêya telefonê birayê wî Ezîz Çetîntaş geriyaye û li gorî agahiyên ku ji birayê wî Eziz Çetintaş ve hatine girtin, girtiyê siyasî Emîn Çetintaş dema ku ji nexweşxaneyê vegeriyaye girtîgehê, gardiyanan xwestin ku bikeve bin “lêgerîna tazî”. Çetintaş vê sepana ku rûmeta mirovahiyê binpê dike qebûl nekiriye û di navbera wî û gardiyanan de nîqaş derketiye. Di encamê de gardiyanan bi fizîkî mudaxeleyî Çetîntaş kirine.
Gefên li ser malbat û parêzeran
Çetîntaş diyar kir ku piştî bûyerê, rêveberiya girtîgehê bi rêya “qaxezên hişyariyê” yên ku şandine koxuşê, gef li birayê wî û girtiyên din xwarine û got. “Kaxiz şandine kaxuşa birayê min wan û gotine ‘Heke hûn di dema hevdîtina bi malbata xwe re silaveke bikin em ê hevdîtina we betal bikin. Her wiha heke parêzerê we bê û em di hevdîtinê de tiştekî bi guman bibînin, em ê dîsa lêgerîna tazî li we bidin ferzkirin.’ Birayê min jî îro nîvro bi rêya telefonê min geriya û ev tişt anî ziman.”
Dozger nêzîkatiyeke dijminane nîşan dide
Çetîntaş diyar kir ku ji bilî binpêkirinên li hemberî birayê xwe, dozgerê girtîgehê li dijî parêzeran nêzîkatiyeke dijminane û neyînî nîşan dide û wiha got: “Di vê girtîgehê de gelek binpêkirina mafan tê jîyîn. Birayê min diyar kir ku Lijneya Çavdêrî û İdarî ya Girtîgehê ji bo tehliyeya bi awayekî kêfî nêz dibe û taloq dike. Heta niha ji aliyê lijneyê ve tu pêngaveke ji bo berdanê nehatiye avêtin.”
Herî dawî Çetîntaş destnîşan kir ku ew wek malbat jivê bûyera qewîmiye bi fikar in û bang kirin ku saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî li hember vê yekê bêdeng nemînin.















