Li Kerkûkê êrişî rafîneyek ya petrolê hate kirin, di encamê de nobedarek yê rafineyê hate kuştin û sê jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê.
Li nêzîkî gundê Daremanî yê Kerkûkê 2 çekdarên nenas li motosîkletê siwar, êrişî rafîneya petrolê kirin û di encamê de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me ragihandine, lîro di saetên êvarê de li nêzîkî gundê Daremanî yê ser bi navenda bajarê Kerkûkê ve, du çekdarên nenas li motosîkletê siwar, êrişî rafîneya petrolê kirin û di encamê de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Rojnewsê têkildarî nasnameya kesê ku di êrişê de hatiye kuştin wiha got; “Di encama êrişa çekdarên nenas de, nobedarê rafîneyê yê binavê Rizgar Qadir hate kuştin û sê kesên din jî bi giranî birîndar bûne.”
Her wisa aşkera kir ku piştî êrişê, hêzên ewlehiyê demildest gihiştin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê, ji bo girtina êrişkaran lêpirsîn û operasyon dane destpêkirin.













