Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê di salvegera tayînkirina qeyimên ser şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê de daxuyanî da û got ku ew ê tu dem rê nedin talankeran.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi boneya salvegera 2yemîn a tayînkirina qeyimên li ser şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê li Cadeya Gulistanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Vîna gel nayê desteserkirin, demokrasî teslîm nayê girtin. Ne sepanên qeyimê dê vîna gel qezenc bike” hate vekirin.
Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Dîlan Kirar daxuyanî xwend û got ku 2 sal berê îradeya gelê Êlihê hatiye destesrkirin û wiha axivî: “Du sal berê fikirîn ku ji Enqereyê dê bikaribin vîna gel desteser bikin. Lê gelê me tu dem vîna xwe nade destê qeyiman. Gelê me dê hesabê mafê xwe yê hilbijartinê bipirse û tu dem rê nede talankeran.”
Daxuyanî bi berzkirina diruşmeya, “Qeyim talan e, berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

















