Girtiyê siyasî Alî Paksoy ê ku 30 sal in li girtîgehê ma îro ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hat berdan.
Alî Paksoy ê ku di sala 1996an de li Şirnexê bi birîndarî hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hatibû darizandin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Piştî ku dema înfazê ya 30 salî qediya, îro ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê ku lê dihat girtin hat berdan.
Alî Paksoy li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe û gelek welatiyan ve bi dirûşm, tilîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwaziyê Alî Paksoy û kesên pê re derbasî mala xizmên xwe yên li Dîlokê bûn.
















