Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, derbarê projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku berê biryara rawestandina meşandina wê hatibû danîn lê cardin hat rojevê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Heta ku dev ji projeya GESê bê berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê li gundên Nixrut, Arpetin û Macûnî yên navçeya Xelfetiyê, ligel gundiyan re derbarê Projeya GES’ê ya ku cardin hat rojevê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Xweza dewlemend e, kulîlk bi heft reng e” hat vekirin. Daxuyanî li ser navê kitleyê ji aliyê Hevserokê Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê Enes Mîllî ve hat xwendin.
‘Heta dev ji GESê bê berdan em ê têbikoşin’
Enes Mîllî destnîşan kir ku heta dev ji projeya GESê bê berdan dê têkoşîna wan berdewam bike û ev tişt hatin gotin: “Di qonaxa amadekirina vê projeyê de tenê bi çend kesên ji gundê Macûniyê re hevdîtin hatine kirin; nêrîna gundiyên din nehatine girtin û ew nehatine hesibandin. Birêvebirên herêmî û şaredarî ku alîkariya vê projeyê dikin û rê li ber dagirkirina mêrgên gundiyan û koçberkirina wan vedikin, divê tavilê vê projeya talan û wêranjiyanê betal bikin û dev ji GESê berdin. Em wek Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê diyar dikin ku em li dijî her cûre projeyên bêhukûm ku gel û ekosistemê tune dihesibînin rawestin. Em soz didin ku heta dev ji vê projeya GESê bê berdan em ê li gel we bin û şopdarê vê projeyê bin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
















