Serokê HEPê Abdulsamet Sakik ê ku 3yê Mijdara di encama sûîqasteke çekdarî de hatibû kuştin, li Kolana hatibû kuştin hat bibîranîn.
Serokê Bajêr ê Partiya Ked a Gel (HEP) ê hat girtin Abdulsamet Sakik ku di 3yê Mijdarê de di encama sûîqasteke çekdarî de hatibû kuştin, li Kolana Karagoz a ku lê hatibû kuştin bi qurnefîlan hat bîranîn.
Bîranina ku li nava Kolana Karagoz a navçeya Şahinbeyê ve hat lidarxistin, keça Abdulsamet Sakik û Hevserokên MED TUHAD-FED Pinar Sakik Tekin û malbata wî, her wiha rêveberên DEM Partî, DBP, ÎHD a Şaxa Dîlokê û gelek welatî beşdar bûn.
Di bîranînê de pankarta bi nivîsa “Em Abdulsamet Sakik bi hezkirin û bîranînê bi bîr tînin / Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” û wêneya Abdulsamet li ser bû hat hilgirtin. Piştî rêzgirtina a deqîqeyekê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasi û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, girse dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.
‘Divê em daxwaza aştiyê ji dil bijîn’
Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pınar Sakik Tekîn ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku bavê wê ji ber ku di têkoşîna jiyana azad û wekhev a gel de cih girtiye hatiye armanckirin û got: “Tam li vê kolanê mirovek, bavek, hevalek kuştin. Lê belê yê ku ew qetil kirin nikaribûn nirxên ku hilgirtibû,baweriyên wî û hêviyên ku gel avabûbûn tune bikin. Em ne kesên ku dîrokê dixwînin in; em kesên ku bi jiyînê fêr dibin û didin nivîsandin in. Em rastiyê ji dîmenên bavekî ku li nava kolan de maye, ji cenazeyê Cemîleyê yê ku di sarincokê de hatiye rawestandin, ji dayikên ku li ber deriyên girtîgehan û bi hesreta hestiyên zarokên xwe mane dizanin. Weke jinekê, dayikekê û keçeke ku vê êşê jiyaye bang dikim; êdî bila zarok êşê nejîn. Divê deriyên hemû girtîgehan bên vekirin, girtiyên nexweş bên berdan. Em êdî li van axan naxwazin êş û windahiyan bibînin. Em dixwazin aştiyê ne di gotinan de, belkî ji dil bijîn.”
Bîranîn, bi danîna qurnefîlan a li cihê ku Abdulsamet lê hatibû kuştin bi dawî bû.




















