Hevserokê Şaxa ÎHDa Wanê Mehmet Salîh Coşkûn, ji Susurluxê heta Şemzînanê têkiliyên qirêj ên di nava dewletê de nirxand û anî ziman ku pêkanîna aştiyê ne tenê bêdengkirina çekan e, ronîkirina demên tarî û cezakirina sûcdaran e jî.
Bi ser qezaya trafîkê ya ku di 3yê Mijdara 1996an de li navçeya Susurlukê ya Balikesîrê pêk hatî re 30 sal derbas bûn. Têkiliyên qirêj ên di navbera dewlet, siyaset û mafyayê de bi vê qezayê eşkere bû. Lê polîtîkaya bêcezatiyê ya ku Çeteya Geverê û faîlên Susurlukê parastin, piştî 9 salan di 9ê Mijdara 2005an de li Şemzînanê bi bombekirina Pirtûkxaneya Umutê careke din derket holê.
Faîlên bûyerên tarî, wê demê jî girêdayî dewleta derveyî qanûnê bûn. Piştî 30 salan, hêzên siyaseta demokratîk li hemberî hêzên derveyî qanûnê yên dewletê, berxwedana xwe didomîne. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn têkiliyên wê demê û rewşa îro ji ajansa me re nirxand.
‘Bi vê qezayê têkiliyên qirêj ên dewletê derket holê’
Mehmet Salîh Coşkûn destnîşan kir ku salên 90î ji bo Tirkiye û Kurdistanê demên tarî bûn, ev demên tarî bi qezaya Susurlukê piçekê ronî bûn û got: “Me bi rêya vê qezayê zanî ku sucên sala 90î li Kurdistanê qewimîne, bi têkiliya dewletê û hêzên derhiqûqî hatine kirin. Bi hezaran kes hatin windakirin û maf hatin binpêkirin. 9 sal piştre bi destê heman hêzan pirtûkxaneya Umutê hate bombekirin. Ev êriş jî bi destê wan hêzan qewimî.”
‘Pêvajoya aştiyê ne tenê bêdengkirina çekan e’
Di berdewamiya axaftina xwe de Mehmet Salîh Coşkûn anî ziman ku aştî ne tenê bi sekinandina şer, bi ronîkirina demên tarî re pêkan e û wiha axivî: “Divê dema pevçûnan de mafên hatine binpêkirin, sûcên qewimî ne bên lêkolînkirin û diyarkirin. Berpirsiyarên van sûcan jî divê werin darizandin û cezakirin. Her tim bi destê dewletê sûcên giran hatiye kirin li ser gelê Kurd, lê sûcdar her tim hatine parastin. Gotina fermandarê artêşa Tirkiyeyê yê berê Yaşar Buyukanit nîşanî me dide ku, têkiliyên dewletê û ew hêzên dijhiqûqî hebûne. Bi gotina xwe ya ‘ez wan nas dikim, zarokên baş in’ têkiliya hêzên tarî û pergala dewletê eşkere dike.”
‘Dozgerê dosyeyê ji kar hat avêtin’
Mehmet Salîh Coşkûn da zanîn ku dozgerê dosyaya Pirtûkxaneya Ûmûtê, bi sedema ronîkirina têkiliya di navbera dewlet û hêzên tarî de ji dosyayê hat vekişandin û wiha pê de çû: “Dema ku Pirtûkxaneya Ûmûtê hate bombekirin, dozger angaştnameyek amade kir û di angaştnameyê de têkiliya dewlet û sûcdaran derxiste holê. Lê piştî vê yekê dozger ji dosyayê hat vekişandin û ji kar hat avêtin. Dawiya dawî berpirsiyarên bûyerê jî beraat kir û ev êriş jî bê ceza ma.”
‘Ji bo aşitiyeke mayînde, divê kesên sucdar werin cezakirin’
Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Salîh Coşkûn bal kişand ser têkiliyên dewlet û gelê Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de hêviya Kurdan ew e ku berpirsiyarên van sûcan werin diyarkirin û darizandin. Ji bo aşitiyeke mayînde û civakekî, dewletekî demokratîk divê kesên sucdar werin cezakirin. Ger ku ev pêk were, di navbera hemwelatiyan û dewletê de dê têkiliyêkî tenduristî pêk bê. Di Kurdistanê de bi hezaran kesên kujer nediyar hene, bi hezaran mafên binpêkirî hene. Dewleta derveyî qanûnê, bi têkiliyên xwe yên qirêj ev sûc pêk anîn. Ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê ev bûyerên tarî, lêpirsînên bê alî werin zelalkirin û bên telafîkirin. Ev yek wê aştiyeke birûmet di navbera her du aliyan de pêk bîne.”






