Enqere – Dayika Aştiyê Bedîha Gokguz ku zarokê wê tevlî refên Tevgera Azadiyê bû û di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest da û Kezban Kalin ku dayika lêşkerekî ye û zarokê wê jî ji ber darbeya 15ê Tîrmehê di girtîgehê de ye li pêşiya meclise destê hev girtin û daxwaza aştiyê kirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avetina gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin Enqerê. Nêzî 300 Dayikên Aştiyê ku li ber Parqa Meclise hatin ba hev, li vir daxuyanî dan û di daxuyaniyê de ji desthilatê xwestin statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin û ji bo pêvajo li pêş bikeve gavên şênber werin avêtin. Piştrê jî dayik derbasî parqa Kurtuluşê bûn û li vir kon vegirtin, dest bi Nobeda Aştiyê kirin. Dayik dê îşev di konê nobedê de bimînin û sibe jî dê li Meclise bi partiyên siyasî û Wezaretê Dadê re hevdîtinê pêk bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Piştrê jî dayik dê çalakiya xwe bi dawî bikin û vegerin.
Dayika Aştiyê Bedîha Gokguz ku ji Stenbolê hatibû Enqerê li Parqa Meclise, bi Kezban Kalin ku dayika leşkerê piştî darbeya bi kontrol a 15ê Tirmeha ya 2015an hatiye girtin destên hev girtin û daxwaza aştiyê kirin.
‘Em dayik niha li kêleka hev aştiyê dixwazin’
Dayika Aştiyê Bedîha Gokguz anî ziman ku zarokê wê di pêvçûnê de şehîd bûye û bilêv kir ku ew ji bo aştiyê hatinê Enqerê û got: “Em dayik niha li keleka hev aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê gavên pêwîst neavetine. Em dixwazin aştî bibe û em dayik werin cem hev. Pirsgirêka me bi hev dû re tune ye. Niha em li vir destê hev digirin. Ez bang li dayika leşker û polîsan jî dikim ku werin vir û em bi hev re destê hev bigirin û bila aştî pêk were. Li benda çi ne ji bo avetina gavan? Êdî gavên pêwîst biavejin.”
‘Bila her kesek piştgiriya aştiyê bike’
Kezban Kalin jî diyar kir ku hevjinê wê leşker e û zarokê wê jî dema leşker bû, bi hinceta darbeyê hatiyê girtin û di girtîgehê de ye. Kezban Kalin destnîşan kir ku ew weke dayik ji bo êş bi dawî bibin tevlî nobede bûye û wiha axivî: “Ez jî weke dayik bi daxwaza aştiyê piştgiriya çalakiya dayikan dikim. Ez li cem daxwaza dayikan a aştî û edaletê ye. Zarokê min leşker bû û ji ber darbeyê bi cezayê muhebetê hat girtin û di girtîgehê de ye. Heke ewqas dayik tevî van hemû êşan qala aştiyê bikin divê hemû kes jî ji hêla xwe ve piştgiriya aştiyê bike. Pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye. Ji bo wê jî ew çalakiya dayikan pir bi wate ye.”












