Hejmara 43’yemîn a Rojnameya Azadiya Welat bal kişand ser çalakiya Dayikên Aştiyê ku li Enqereyê dest pê dikin û manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derxist pêş.
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 43’an de çalakiya Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê derxist pêş û manşeta ‘Guh bidin dayikan’ avêt. Rojnameyê dîsa bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 48 roj in didome û gotara nivîskar Rifat Ronî ya ‘Rojnameger çima nikarin biçin Îmraliyê’ derxist rûpela pêş. Rojnameyê bal kişand ser peymana entegrasyonê ya di navbera Şengal û Iraqê de pêk hatiye û hevpeyvîna ku bi Rojnameger Argeş Şengalî re kiriye derxist pêş. Rojnameyê dîsa gotarên nivîskar Felemez Ulug, Nalîn Aslan, Ramazan Olçen, Nesrîn Navdar, Adar Jiyan, Kurdistan Lezgiyeva û Şadiye Manap derxistin rûpela pêş.














