Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn
Bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê DBPê û Kongreya Star daxuyanî dan û bal kişandin li ser girîngî û ruhê di rizgarkirina Kobanê de derketiye pêş.
DBP
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) 3u Kongreya Star bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo pêşerojeke wekhev û azad gelên cîhanê dikarin îradeyeke hevpar bimeşînin.
‘Kobanê îro jî taybetmendiyên xwe yên siyasî û civakî diparêze’
DBPê bal kişand ser pêvajoya rizgarkirina Kobanê û got: “Her çend li ser wan kêliyên dîrokî 12 sal derbas bûbin jî, rizgarkirina Kobanê îro ji her alî ve taybetiyên xwe yên siyasî û civakî diparêze. Piştevaniya ku di 1ê Mijdara 2014an de li Kobanê pêk hat, bû nîşaneya parastina nirxên mirovahî û têkoşîna hevpar a gelan. Divê encam û destkeftiyên ku ji Kobanê derketin, di bin baskê pergaleke ku temsîliyeta wekhev, azadiya jinê û civakeke demokratîk esas digire, bên parastin.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de DBPê cangoriyên rizgarkirina Kobanê bi bîr anî û wiha derbirî: “Bi vê bangewazî û hêviyê, bi mabesta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî em cardin tevî cangoriyên ku li ser xaka Kobanê û Rojava jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin û vê roja dîrokî car din pîroz û silav dikin.”
Kongra Star
Kongra Star di peyama xwe ya ji bo Kobanê parve kiriye de hemû cangoriyên Kobanê bi bîr anî û got: “Îradeya ku şehîdên Kobanê ji bo azadiyê raber kir, ne tenê bûye mîrateya berxwedanê ya Kobanê, belkî li hafizeya hevpar a mirovahiyê jî hatiye qeydkirin. Bîranîna wan, di eynî demê de hilgirtina berpirsiyariya jiyandina nirxên ku wan parastine, hêviya azadiyê û rûmeta mirovahiyê ye.”
‘Kobanê bû wijdana hevpar a mirovahiyê’
1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ne rojeke bîranînê ya asayî ya di salnameyê de ye. Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê li dijî êrîşên tarî yên DAÎŞê yên sala 2014an serî li ber natewandiye, li wijdanê hevpar ê mirovahiyê nivîsandiye. Kobanê nîşan da ku sînor nikarin êş, piştevanî û lêgerîna azadiyê ya gelan ji hev veqetînin. Ruhê piştevaniya enternasyonalîst ku sînorên fîzîkî derbas kir, derket holê. Mirovên ji çar aliyên cîhanê, ji ziman, bawerî û erdnîgariyên cuda dengên xwe bi berxwedana Kobanê re kirin yek.
‘Xwedîdederktina Kobanê xwedîderketina îradeya azadiyê ya gelekî ye’
Parastina Kobanê, ne tenê parastina bajarekî ye; parastina hafizaya dîrokî, îradeya civakî û wateya azadiyê ye ku ew temsîl dike. Dema ku nirxên ku ruhê Kobanê ava dikin bên tinekirin, tiştê ku were windakirin ne tenê roja îro ya bajarekî, wê bibe perçeyeke girîng a hafizaya berxwedanê ya hevpar a mirovahiyê. Xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li îradeya azadiyê ya gelekî ye. Xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li piştevaniya ku sînoran derbas dike, biratiya gelan û rûmeta mirovahiyê ye. Parastina Kobanê, rênedayîna vemirandina ronahiya azadiyê ye ku li dijî tarîtiya daişê hatiye pêxistin.”













