Wan – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat anî ziman ku binpêkirina mafên girtiyên siyasî roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Heta ku li Îmraliyê tecrîd li ser Birêz Ocalan hebe ev rewş dê xwe li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê girantir nîşan bide.” Her wiha Kerem Canpolat got ku pirtûkan nadin girtiyan lê paşê jî bi hinceta ‘we pirtûk nexwendiye’ înfaza girtiyan tên şewitandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyek da destpêkirin. Piştî vê bangê gelek caran li ser mafên girtiyan û polîtîkayên taybet ku li girtîgehan tên meşandin, niqaş hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî polîtîkayên li girtîgehan têne meşandin bidawî nebûn, berovajî vê yekê her ku diçe xerabtir dibe.
Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ji bo ajansa me behsa polîtîkayên dewletê kir û banga bila rewşa girtîgehan bên baş kir.
‘Sozên hatin dayîn pêk nehatine’
Di destpêka axaftina xwe de Kerem Canpolat diyar kir ku wekî federasyon li dijî binpêkirinên li girtîgehan hem çalakiyên demokratîk li dar dixin hem jî bi Wezareta Dadê re hevdîtinan dikin, lê tevî ku wezaretê 2-3 caran soza başkirina şert û mercan daye jî, heta niha tu gavên erênî nehatine avêtin.
Kerem Canpolat destnîşan kir ku pêvajoya du salan û gotinên siyaseta derve xwe li hundirê zindanan nîşan nedaye û wiha got: “Berovajî vê yekê, zextên li ser girtiyan zêdetir dibin. Li zindanan gardiyan bi birina di nava girtiyên edlî, bi qedandina pêvajoyê û bi derketina cenazeyan gefan li girtiyên siyasî dixwin. Her wiha girtiyan nabin nexweşxaneyan û qadên wan ên sosyal qedexe dikin û wan ceza dikin. Di demên dawî de ji girtiyên 5 salan bigire heta yên 30 salan ku cezayê wan qediyaye jî di wextê wan de nayên berdan. Pirtûkan nadin wan û paşê bi hinceta ‘we pirtûk nexwendiye’ înfazên girtiyan dişewitînin û berdana wan taloq dikin.”
‘Malbatên girtiyan nikarin biçin hevdîtinên zarokên xwe’

Kerem Canpolat bal kişand ser têkildarî sirgûnkirina girtiyan a ji bo bajarên dûr û da zanîn ku ev yek ne tenê helwesta îdare yan jî dozgeran a bi serê xwe ye, polîtîkayeke esasî ya dewletê ye.
Kerem Canpolat destnîşan kir ku di nav krîza aboriyê ya giştî de malbat jî di aliyê aboriyê de pirsgirêkan dijîn û nikarin biçin hevdîtina zarokên xwe û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dayik, bav, xwişk, bira û hevjînên girtiyan li derve tên cezakirin û peyama ‘zarokê we ev tişt kiriye, em ê li we jî wisa bikin’ didin wan. Bi şandina girtiyan a ji bo bajarên dûr ên ku civaka Kurd lê hindik e, dixwazin polîtîkayên xwe yên neyînî li wan zindanan rehettir bimeşînin.”
‘Divê girtî li nêzî malbatên xwe bin’
Kerem Canpolat bi bîr xist ku wan wekî malbat berê jî ji bo vê mijarê li Enqereyê çalakî kirine, ji bo dewlet dev jê vê polîtîkaya xwe berde çûne Meclîs û Wezareta Dadê û ev tişt anî ziman: “Li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê zindan hene, tiştê ku niha li Tirkiyeyê herî zêde zindan in. Divê her girtî li nêzî malbata xwe be. Divê dewlet hem ewlehî, tenduristî û mafên mirovî yên girtiyan hem jî çûyîn û hatina malbatan bifikire. Li dinyayê mînakên vê zêde ne, lê mixabin Tirkiye demeke dirêj e di vî warî de rêya nebaşiyê dimeşîne.”
‘Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan’
Di dawiya axaftina xwe de Kerem Canpolat bal kişand ser girêdana navbera pergala Îmraliyê û zindanên din û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîda li Îmraliyê xwe li hemû zindanan nîşan dide. Dema em behsa azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina tecrîda li Îmraliyê dikin, heta ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîd hebe û di çûyîn û hatinê û hevdîtinan de pirsgirêk hebin, ev rewş dê xwe li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê girantir nîşan bide. Ji ber vê yekê divê tecrîd biqede û deriyê Îmraliyê vebe. Daxwaza civakê û ya federasyona me jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e ku bikarîbe rola xwe bilîze û bê parêzer yan jî heyetan, ew bi xwe rasterast xwe bigihîne akademîsyen, siyasetmedar û hemû nûnerên civaka Kurdistan û Tirkiyeyê. Heta ku li wê derê rehetiyek çênebe, em dizanin ku li zindanên Tirkiye û Kurdistanê jî tu tişt çênabe, ji ber ku bi hevdu re girêdayî ye.”












