*Hevseroka DBPê ya Êlihê Celîle Yildiz û Hevserokê DEM Partiyê yê Farqînê Mahsûm Karakoç gotin ku dewlet bi nêzîkatiyên xwe yên derengxistina gavavêtinê di nava civakê de bêbaweriyeke mezin dide avakirin.
*Vexwînerên konferansa jinan a “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” aktivîstên TJA Ayla Akat Ata, Çaglar Demîrel û Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn diyar kirin ku armanca wan a konferansê ew e ku li ser pêvajoyê û hemû pirsgirêkên civakî fikir û nêrînên jinan bigirin û xeteke têkoşîna hevpar ava bikin.
*Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan ku tev li konferansa ‘Em bi hev re li ser pêvajoyê diaxivin’ bû, bi lêv kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêdiviyeke mezin bi rol û mîsyona jinan heye û wiha got: “Divê jin li her derê di nava piştgiriyê de bin û mil bi mil pêvajoyê bi aştiyê misoger bikin.”
*Hevserokê MED TUHAD-FED Kerem Canpolat anî ziman ku binpêkirina mafên girtiyên siyasî yên li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Heta ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîd hebe û di çûn û hatin û hevdîtinan de pirsgirêk hebin, ev rewş dê xwe li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê girantir nîşan bide.”
*Konferansa jinan a “Em bi hev re li ser pêvajoyê diaxivin’ ku li ser banga 80ê jinên ku di nav de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, aktivîst û siyasetmedar hene, li eywana Odeya Endezyarên Înşaatê tê li darxistin dê di roja 2yan de bidome. (10.00)
*Amedspor û Eyupspor ê di hefteya 10emîn a Lîga Super de li Stadyûma Tahîr Elçî werin pêşberî hev. (13.30)
*TJA, HDK û DEM Partî dê li navçeya Sûltangaziya Stenbolê bi munasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê konserî li dar bixe. (14.00)
*Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya Alsancakê ji bo “1ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re” daxuyaniyekê bide.(14.00)
*1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê li ber avahiya Çand Amedê bi daxuyanî û şahiyê were pîrozkirin. (17.00)
*TJA, HDK û DEM Partî dê li navçeya Sancaktepeya Stenbolê bi munasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşekî li dar bixe. (17.00)
*2yemîn Mihrîcana Govendê dê îro bi pêşandana lîstikên komên govendê û konsera Hunermend Neslîhan Edîş a li Çand Amedê bi dawî bibe (18.00-21.30)
*Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dirûşmeya “Bîra hevpar a gelan, hêviya azadiyê” dê bi boneya salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li xaçe rêya koçeran a taxa Baxlarê şahî li dar bixin. (19:00)
*Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê bi dirûşma “Li hember tarîtiya DAIŞê em berxwedana Kobanê silav dikin” dê boneya salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pêşiya mala şînê ya taxa Conkbayirê şahî li dar bixin. (20:00)
*Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Îzmîrê, ji bo nobeda aşitiyê ya ku li Enqereyê bê destpêkirin dê ji ber Partiya Heremên Demokratîk a Îzmîrê bi re bikevin. (22.00)










