Şaxa SESê ya Êlihê 12emîn Kongreya li dar xist. Hevserokê berê yê SESa Êlihê CîhanTuzun anî ziman ku keda jinê tune tê hesibandin, xweza têtalankirin û got ku piştevaniya civakî ya tendirustiyê tê şikandin.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmeta Civakî (SES) ya Êlihê 12emîn Kongreya xwe li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê li dar xist. Rêveber û endamên SESê, DEM Partî û DBPê yên bajêr, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, ÎHD, OHD, TJA û gelek kes tev li bûn. Li eywanê wêneyên xebatkarên tenduristiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane û pankartên binivîsên “Ne mulakat em liyakatê dixwazin”, “Li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan”, “Kesên îxraç rûmata me ne”, “Karekî biewle, pêşerojek bi ewlehe” û “Tundiya di tenduristiyê de polîtîk e” hatibûn daliqandin. Kesên ku li eywanê amade bûn ji bo kesên ku di têkoşîna tendirustiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.
‘Em berxwedana modernîteya demokratîk diparêzin’
Hevserokê SESa Êlihê yê berê Cîhan Tuzun bi xêrhatina beşdarvanan kir û got: “Parastina xizmeta tendirustiyê û xizmeta civakî ya giştî ya bêpere bi kalîte, alîkariya bi zimanê dayikê; bilindkirina mafên kedkaran bimafê tendirustiya civakê re ber bi jor ve. Di heman demê de têkoşîna maf, azadî û demokrasiyê meşandin. Di vê pergalê de tendirustî, perwerde, xizmeta civakî û jiyan bixwe jî vediguherin tiştên ku dikarin bên kirîn û firotin. Kedkar heta ku ‘berhemdar’ be hêja ye, nexweş heta ku hêza wî ya dayînapere hebe xizmetê distîne. Keda jinê nediyar tê hesibandin, xweza tê talankirin, piştevaniya civakî tê şikandin. Em diberanberî vê de berxwedana ‘modernîteya demokratîk’biparêzin.”
‘Me gelek xebat bi hev re meşadiye’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî ev tişt got: “Tendirustî di aliyê Kurdî gelek bi qîmet e û berdêlên wê gelek giran e. Yên ku wan berdêlên giran dane yek jê jî ji qada kedê SESê. Ji ber vê yekê jî ev tiştekî pir pîrozû biqîmet e. Heta niha di pêvajoya şer de, me li gelek qadantêkoşîn bi hev re meşandiye. Li aliyekî karên siyasî û li aliyekîjî keda hevalên me yên di sendîkayê de zêde bûn. Em niha ketine merheleyeke nû û heta niha hewldayînên me ew bûn ku em hebûna xwe bidin qebûlkirin. Ew hate qebûlkirin. Ev asta ku em hatinê jî bi saya hemû hevalên me yên ku di çeperên şer de şer kirine û jiyana xwe ji dest dane ye. Tundiya li ser jinêher ku diçe zêde dibe û bi xwe re pûçbûyînek tîne. Di qadatendirustiyê de van pirsgirêkên hatine jiyîn, nikarin bîninziman û bikin cihên nîqaşan.”
Kubra Aşnî Kaya û Sefdar Emûk weke hevserokên nû yênŞaxa SESa Êlihê hatin hilbijartin.






















