• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

Stenbol / AW

30 COTMEH 2026 - 13:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi nûner û saziyên Elewiyan re hevdîtin pêk anî. Tulay Hatîmoğullari diyar kir ku pirsgirêk û daxwazên Elewiyan pirsgirêk û daxwazên wan ên bingehîn in û wiha got: “Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Cemeviya Kazim Karabekir a navçeya Ûmraniyeyê ya Stenbolê bi nûner û saziyên Elewiyan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Tulay Hatîmogullari civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Celal Firat û rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî tev li hevdîtinê bûn.

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku îro li vî welatî du pirsgirêk hene, yek pirsgirêka Kurd e, ya din jî pirsgirêka Elewiyan e û wiha axivî: “Heke ev pirsgirêk neyên çareserkirin, em nikarin qala aştiyê bikin. Em dixwazin vê pêvajoyê bi Elewiyan re bi rê ve bibin. Aştî ji bo me nayê wateya serkeftin û têk çûnê. Heke her kes di nava aştiyê de bijî, aştî pêkan e. Me di dîroka vî welatî de gelek êş kişandiye. Di bin her kevirî de êş û komkujî hene. Lê me ji Elewiyan re got ku em xwe mehkûmê êşên xwe nabînin. Heke em mehkûmê êşên xwe bimana, me nikaribû xwe ewqas birêxistin bikin. Li Koçgirî, Dêrsim, Gazî, Çorum û Sêwasê li dijî Elewiyan komkujî pêk hatin. Herî dawî li Sûriyeyê jî li dijî Elewiyan komkujî pêk hat. Em bi Elewiyên Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne. Îro li Sûriyeyê hê jî kuştin û derxistina gel ji warên wan berdewam dike. Heke îro ew komkujî hinekî hatibe rawestandin, ev bi saya têkoşîna wan pêk hatiye. Elewiyên Sûriyeyê jî ji piştgiriya wan gelek kêfxweş in. Divê em kesên li wir ji bîr nekin.”

‘Heke aştî bi Elewiyan re neyê axaftin, aştî nayê avakirin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku di 27ê Sibata 2025an de banga birêz Abdullah Ocalan pêk hat û ev tişt anî ziman: “Di wê bangê de pêşniyarên çareseriyê hebûn. Ev du sal in pêvajo berdewam dike. Tu kes jiyana xwe ji dest neda. Ev serkeftin a her kesî ye. Carinan pêvajo raweste jî, dîsa berdewam dike. Herî dawî li Meclîsê komîsyonek hate damezrandin û gelek sazî û rêxistin hatin guhdarkirin. Di hevdîtinên me yên bi Elewiyan re de rexneyên wan gihîştin me. Elewiyan diyar kir ku çima wan di komîsyonê de guhdar nekirine. Heke aştî bi Elewiyan re neyê axaftin, aştî nayê avakirin. Heta niha me gelek civîn bi rêxistinên Elewiyan re li dar xistine. Dibe ku me di vê mijarê de kêmasî jî kiribe. Me xwest ku Elewî li Meclîsê werin guhdarkirin, lê Serokê Meclîsê rê neda ku Elewî werin guhdarkirin. Aştiyeke ku bi gel re neyê nîqaşkirin, civakî jî nabe.”

‘Îro li Tirkiyeyê pêdiviya herî mezin demokratîkbûna Komarê ye’

Di dawiya axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari anî ziman ku îro li dijî muxalefetê zext heye û wiha got: “Ji me re jî gelek pirs tên pirsîn û tê gotin, Li ser muxalefetê ewqas zext hebe, dê pêvajo çawa bimeşe? Elewî ji me dipirsin ku bi zext û sansura li ser çapemeniyê, dê pêvajo çawa bigihîje dawiyê? Ev hemû pirs mafdar in, em jî van pirsan ji desthilatê dipirsin. Em bawer dikin ku her çiqas rexne jî hebin, em ê pêvajoyê bigihînin dawiyê. Ji me re biratiya ummetî bes nîne, ji me re biratiya hemwelatiya wekhev pêwîst e. Pirsgirêk û daxwazên Elewiyan pirsgirêk û daxwazên me yên bingehîn in. Me nûnertiya Elewiyan ji xwe re wek erk dîtiye. Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye. Duh salvegera 103yemîn a Komara Tirkiyeyê bû. Divê Komar mala her kesî be. Ji ber vê yekê divê Komar bi hemû kesan re wekhev nêzîk bibe. Îro li Tirkiyeyê pêdiviya herî mezin demokratîkbûna Komarê ye.”

Etîket: ElewîTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

21 COTMEH 2026
Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

19 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

14 COTMEH 2026
Komek ciwanên enternasyonal bi Hevserokên DEM Partiyê re civiyan

Komek ciwanên enternasyonal bi Hevserokên DEM Partiyê re civiyan

9 COTMEH 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

9 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne