Partiyên siyasî û saziyên ekolojiyê têkildarî projeyên GES, HES û JES ên li Geliyê Zîlan tên çêkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk.
DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komîsyona Jîngeh û Ekolojiyê ya Baroya Wanê têkildarî projeyên GES, HES û JES ên li Geliyê Zîlan a li navçeya Erdîş a Wanê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê nûnerê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Rojhat Ozgokçe ve hat xwendin. Daxuyaniyê de qirkirina ekolojîk ya li ser Geliyê Zîlan hat şermezarkirin û hat xwestin ku proje werin betalkirin.
‘Herikîna Çemê Zîlanê û jînewara endemîk xirab dibe’
Di destpêka daxuyanîyê de Rojhat Ozgokçe da zanîn ku projeyên zirarê didin ekolojiyê bênavber didomin û wiha got: “Di serî de Projeyên GES, HES û JES ên li Geliyê Zîlan tê pilankirin û projeyên madenê zirarên mezin û bêveger dide erdên çandinî, zozan û çavkaniyên avê. Hêlekê ve herikîna xwezayî ya Çemê Zîlanê xirab dibe û helekê ve jî jînewara cûreyên endemîk kêm dibe. Hinceta enerjî û hilberînê dibe sedema qirkirina ekolojîk. Ev proje dibin sedema tunekirina debara gelê herêmê yê debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin.”
‘Divê Geliyê Zîlanê û Gola Wanê bi giştî wekî qada parastina ekolojîk bê ragihandin’
Rojhat Ozgokçe bi bîr xist ku raporên ÇEDê li gorî pîvanên zanistî û herêmî nayên amadekirin, bi xemsarî tên amadekirin û wiha berdewam kir: “Ev dorpêça derdorê Geliyê Zîlanê hatiye kirin, ne tenê zirarê dide nifşê niha zirarê dide jîngeha nifşên pêşerojê jî. Di çarçoveya mafê jiyana di jîngeheke tendurist û hevseng de ku di xala 56emîn a destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hatiye misogerkirin, peymanên navneteweyî yên têkildar û qanûnên jîngehê de, em daxwaz dikin ku ev hemû proje demildest bên rawestandin, destûrên wan bên betalkirin. Hemû projeyên enerjî û madenê yên heyî û yên tên plankirin di ber çavan re bên derbaskirin û pêvajoyên darazê bi awayekî çalak bên xebitandin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û civakî bi biryardarî bidomînin. Em ê destûrê nedin ku îradeya gelê herêmê û daneyên zanistî bên paşguhkirin û xweza bê talankirin û firotin.”
‘Gelî ji her cureyên zindiyan re mazûvaniyê dike’
Piştî daxuyaniyê Parlementera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli da zanîn ku wêraniya mezin a yekem a li Zîlanê bi bendava ku di sala 1987an de hatiye çêkirin dest pê kiriye. Gulderen Varli anî ziman ku mudaxaleyên li herikîna xwezayî ya avê bandor li tevahiya ekosîstemê kiriye û wiha axivî: “Gelî, ji zindiyên herêmê re mazûvaniyê dike. Birîna pêşiya avê ne tenê bandorê li zindiyên avî dike, bandorê li tevahiya pergala ekolojîk a bi hev ve girêdayî dike. Em ê vê yekê qebûl nekin û em ê bibin şopdarên vê wêraniyê. Heta ku hûn makîneyên xwe, vê hişmendiya xwe ya qirêj û hişmendiya xwe ya şer ji vir hilnedin û nebin, wê têkoşîna me jî berdewam bike.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.













